Serrûpel Nûçe ENKS roja înê li Qamişlo mêtîngê çêdike

ENKS roja înê li Qamişlo mêtîngê çêdike

Belav bike

‏Emîndariya Giştî ya ENKSê biryara destpêkirina grevekê li bajarê Qamişlo stand. Serokê Ofîsên xwecehî yên ENKSê Mihsin Tahir ragihand ku li gorî biryara Emîdariya giştî ya ENKSê ewê grevekê li bajarê Qamişlo li pêş mizgefta Selman Elfarisî roja înê saa’t 4 êvarê li darxînin, ew jî bi armanca protestokirina girtina siyasetmedarên Kurd û doza serbest berdana serkirde û endamên ENKSê, ku ev 43 roj di ser girtina wan re derbas dibe, ew ji aliyê Asayîşa kantona Cezîrê ve hatibûne girtin.