Şanda bilind a Herêma Kurdistanê ligel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Amar el Hakim civiya.
Piştî civînê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Amar el Hakim civînekê hevpar a rojnamevanî pêk anîn.
Mesûd Barzanî anî ziman ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo despêrkirina diyalog û muzakereyan hewl didin.
Barzanî diyar kir ku şandeke din a Herêma Kurdistanê dîsa serdana Bexdayê bike û wiha got:
“Ji bo çaresekirina pirsgirêkên divê baweriya di navbera aliyan de ji nû ve were pêkanîn. Me bi awayekê zelal behsa hemû mijaran kir.”
Barzanî pirsa derbarê cudabûna Herêma Kurdistanê de jî wiha bersivand: “Em cuda nabin. Gotineke şaş e dibêjin Herêma Kurdistanê dê cuda bibe. Lê em daxwaza serxwebûnê dikin. Ev jî mafê me yê sirûtî ye. Em dê vê mijarê ligel Bexdayê gotûbêj bikin. Divê em hev fêm bikin.”
Derbarê bandora serdanê de jî Barzanî wiha got: “Heger me niyetpakiya wan nedîtiba em nedihatin Bexdayê. Peywendiyên me yên dîrokî garnatiya me ye. Ez bawer dikim ku em dê bigihêjin encameke serkeftî.”
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de jî ragihand Hêzê Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê ji bo hevkariyê rêkeftinek pêk anîne.
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Amar el Hakim jî got, wan di hevdîtinê de rewşa aborî ya Iraqê, operasyona rizgarkirina Mûsilê û egera rewûa piştî rizgarkirina Mûsilê gotûbêj kirine.
Amar el Hakim wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de me hemû dê bi hev re kar bikin.”