Serrûpel Nûçe Çend birîndaran teqîna Hesekê gihîştin Duhokê

Çend birîndaran teqîna Hesekê gihîştin Duhokê

Belav bike


Li bajarê Hesekê dun bi şev li salonake dawetê di dema şahiyê de êrişeke xwekijî hat encamdan di encamê de 25 kes şehîd bûn û 80 kes jî birîndar bûn.


Di dema xwekujekî DAIŞ di nava şahiya hevjîniyê de xwe teqand, piştre tîmên bihawarçûnê  hemû şehîd û birîndar rakirin nexweşxaneyan û jiber dijwarbûna birînên gelekan ew jibo nexweşxaneyên Qamişlo hatin rakirin.


Lê ji ber kêmasiyên derfetên dermankirinê çend birîndar ji bo dermankirine bo nexweşxaneyên bajarê Duhokê hatin veguhestin.


Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Duhokê Dr. Nizar Samed di daxuyanyekê de ji bo Rûdawê raghand, 4 kes ji brîndarên êrişa Hesekê gihiştine bajarê Duhokê û niha têne demankirin.


Dr. Nizar Samed  herwiha amaje kir ku ewd ê derman û pêwîstiyên pijîşkî ji nexweşxaneyên bajarê Qamişlo re bişînin. Rûdaw