Serrûpel Nûçe Erdogan: Hedê xwe bizanibe!

Erdogan: Hedê xwe bizanibe!

Belav bike
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derheqê krîza Kampa Başîqayê de bangî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û got: “Qîrewîra te ji Bexdayê ne girîng e, emê wekî xwe bikin. Bila Ebadî hedê xwe bizanibe.”

MA TU DI ASTA MIN DE YE!

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Niha radibe li şexê min heqaretan dike, ma tu mûxatabê min û di asta min de ye, qîrewîra te ji Bexdayê tiştekî bi dest naxe. Tu vê baş bizanibe em ê her wekî xwe bikin. Heyder Ebadî peşî hedê xwe bizanibe, ji bo avakirina Kampa Başîqayê di dema Serokwezîrtiya Ahmet Davutoglu de wan daxwaz ji me kir, şahid û qeydiyên daxwazê hene û di nava çend rojan de ev ê li ser televîzyonan werin weşandin. Niha jî dibêjin ji vir derkevin, Artêşa Tirkiyeyê dîrektîfê ji te wernagire.” Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: “Niha li Iraqê di tekoşîna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de 63 welat bûne alîgir, li Sûriyê jî heman tişt heye. Ji bo manê em destûrê ji tu kesî nagirin. Bila herkes bizanibe ku çavê Tirkiyê ne di bostek axa tu kesî de ye.”