Serrûpel Nûçe Vîdeografîk: Operasyona Kontrolkirina Musilê (vîdyo)

Vîdeografîk: Operasyona Kontrolkirina Musilê (vîdyo)

Belav bike

 

Saeta sifir a operasyonên kontrolkirina Mûslê nêzîk dibe û bi hezaran hêzên Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di amadebaşiyê de ne. Herwiha amadekariyên bo operasyonên hêj berdewam in.

 

Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Bexdayê û herwiha li gorî rêkevtina sê alî ya di navbera Amerîka-Herêma Kurdistan-Iraqê de, hêzên Artêşa Iraqê bi rêya axa Kurdistanê re û ji sînorê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge ve derbasî deverên nêzîkî Mûsilê bûn û li wan deveran bicih bûn.

 

Di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, biryar e hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge ji çend aliyan ve êrişên xwe dest pê bikin.

 

Operasyona Mûsilê û kontrolkirina wê, jibilî Iraqê û Başûrê Kurdistanê, bandorê li rewşa Rojavayê Kurdistanê dike.

 

Giringiya kontrolirina Mûslê ji bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê çi ye?

 

Sînorekî dûr û dirêj ê Sûriyê û Iraqê di destê DAIŞ de ye, DAIŞ ji vir diçe devera Mergede û bi rihetî li ser sînorê 2 welatan hatinûçûnê dikeç. Niha sînorê DAIŞê bi Rojavayê Kurdistanê re, navçeyên li hember Holê ne.

 

Eger Mûsil were kontrolkirin, DAIŞ li Sûriyê jî derbeyeke mezin dixwe, êdî dê hevpeymaniya navdewletî terkîza xwe li ser DAIŞa li Sûriyê kom bike û cografyayeke mezin ji destê wê rêxistinê derdikeve.

 

Herwiha bi kontrolkirina Mûsilê, tevgera DAIŞê jî pir lawaz dibe û dê di çend navçeyên diyarkirî, bi taybet li Dêrazorê û Reqayê were dorpêçkirin.

 

Piştî ku Mûsilê were kontrolkirin, dê çavê hemû aliyan bikeve ser bajarê Reqayê ku weke paytexta DAIŞê li Sûriyê tê naskirin.

Di vê vîdeografîkê de amaje bi bandora şerê Mûsilê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê tê kirin.