Serrûpel Nûçe Barzanî pêşwaziya malbata Dr. Silêman kir

Barzanî pêşwaziya malbata Dr. Silêman kir

Belav bike

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li bargeha xwe duh saat 12.00 pêşwaziya birayê pêşmergeyê şehîd Dr. Silêman Selim Çurukkaya û hevsera wî Aysel Çurukkaya kir.
Serok Barzanî ji malbata Çurukkaya re sersaxî xwest.

Di derbarê hevdîtinê de Selîm Çurukkaya got, hevdîtinê nîvseetekê dirêj kir û wan behsa avakirina dewleta kurdî û serxwebûna Kurdistanê kirine. Barzanî ji wan re gotiye ji bo miletê Kurd eger li ser perçeyek zeviyê biçûk be jî hebûna dewletê ji bêdewletbûnê gelekî baştir e.