Serrûpel Nûçe Îro salvegera şewata Sînema Amûdê ye (vîdyo)

Îro salvegera şewata Sînema Amûdê ye (vîdyo)

Belav bike

Sala 1960, bi hiceta piştgiriya şoreşa Cezaîrê zarokên dibistana Amûdê birin sînemayê, ji bo ku li fîlma bi navê Cerîmet Nisif El Leyl (Tewana Nîvê şevê) temaşe bikin. 

 

Sînema biçûk bû, ancax têra 200 zarokan dikir, lê 500 zarok xistinbû salonasînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyê salona sînemayê girtî bû, agir bi zarokan ket û 283 zarokên şewitîn.

 

Xwediyê sînemayê Micwel Gunreş dibêje, mudurê nahiyê îsrar kiriye ku fîlm 3 caran were dubarekirin, wan jî gotine eger zêde were dubarekirin dê cîhzazên ku fîlmê dixebitînin bişewitin û ihtîmal heye ku agir bi sînemayê keve.

 

Micwel Gunreş diyar kir ku di dema şewatê de amûrên agirkujandinê bê ava hat û herweha nehiştin jî ku ji Nisêbînê jî îtfayî derbas bibin.

 

Piştî şewatê berbirsên deshelata Sûriyê serdana bajarê Amûdê kirin û şewata sînemyê weke “qaza û qedirê” hisibandin.

 

Pîrejineke Kurd ku şahidê şewata sînemaya Amûdê ye eşkere dike ku deriyê sînemê girtibû û bi qaziman xelk hewl didan dîwarê sînemeyê vekin, ev jî gumanê li ser vê bûyerê çê dike.

 

56 sal li ser sînemaya şewata Amûdê derbas dibe, lê hîn jî birînên Amûda bavê Mihemed kûr in, ji ber vê bûyerê, sînema li Amûdê bûye xaleke reş di dîroka wî bajarî de, ku nifşekî temam ji zarokên xwende yên Kurd bir.