Serrûpel 2016 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2016

Bi kêrê li Kurdekî xistin û jina wî birin- FOTO

Duh bi şev derdora saet 1 grûpeke Libnanî êrîşî malbateke ji Kurdên Kobanî kirin, û xwediyê malê Fêsel Nasir Hinadî, ji gundê Boraz e, yê ser bi Kobanî ve, bi kêran giran birîndar kirin û hevsera wî bi xwe re birin. Heta niha nayê zanîn, kîne ewê ku êrîş kirine û sedema vê êrîşa bi kêran çi ye. Xortê ku rastî êrîşê hatiye niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Ew nêzîkî 20 salin li Libnanê dijî.

Karayilan: Emê ji Şengalê derkevin

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan eşkere kir, ku ewan biryar daye hêzên xwe ji Şingalê vekişin.

Hevserokê DBP Seydî Firat hate girtin

Hevserokê DBP Seydi Firat, ku roja 26 vê mehê ligel 8 kesan ji aliyê emniyetê ve hatibûne desteserkirin, îro biryara girtina wî derket û hate girtin. Seydî Firat bi sûcê endametiya rêxistineke terorîst û çekdar hate girtin. Li gor jêderên DBP, heta niha 50 şaredariyên wan, Qeyyûm hatine ser, 69 hevserokên şaredariyan hatine girtin, û bi kêmanî 3 hezar endamên partiya wan di zindanan de ne.

Berî 3 mehan gotibû divê navê (ROJAVA) rabe

Serkirdeyê PKK û yek ji sanuqên reş yê wê partiyê Riza Altun ku kesekî navdare di nava PKK-KCK de, di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Libnanî El Seffîr (nêzîkî Hizbullaha Libnanê ye) got, wan sîstema kantonan ji bo rojavayê Kurdistanê danîn û PKK navê kantonan li rojavayê Kurdistanê kir.

Li seranserê Sûriyê agirbest hate ragihandin

Serokê Rûsya Vldîmîr Putin îro roja pênşemê ragiahnd ku di bin çavdêriya Rûsya û Tirkiyê de, li seranserê di navbera hêzên opozîsyonê û artêşa Sûriyê agirbest hate ragihandin.

VÎDEO / Zanyariyên dawîn – Serwîn çawa şewitî?

Rûdawê derbarê şewitîna keçeke xwandekar a Kurd a bi navê Serwîn Nobedar de lidûvçûneke taybet kir û zanyariyên herî nû li ser bûyera şewitîna wê keça kurd de aşkere dike, ku di encama wê bûyerê de canê xwe ji dest da.

Asayîşa Kobanî daxuyaniyeke girîng da

Asayîşa Kobanî di daxuyanikeê de ji xelkê daxwaz kir ku di şeva sersalê de û bi taybetî di navbera 29 vê mehê heta 1 meha 2017 fişekan teteqînin û bi motoran negerin, ev jî ji ber sedemên ewlekariyê û semaletiya welatiyan li Kobanî.

PYD navê rojava jî rakir û kir bakurê Sûriyê

Li gor nûçeyeke ajansa Hawa ya ser bi PYD ve:

Bayîk xwe li HDP tûj kir û got…

Hevserokê Konseya Birêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik rexne li Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) û Partiya herêmên Demokratîk (DBP girtin û ragihand ku wan partiyan îsal siyaseteke şaş meşandine û nekarî ne rola xwe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bilîzin.

“PYD 3 welatiyên Efrînê şewitandin”

Li gorî çavkaniyekê ji Efrînê, 3 welatiyên herêma Efrînê hatin revandin û şewitandin. Ew hersê kes jî endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriya (PDK-S) bûn.