Serrûpel 2016

Arşîva salane: 2016

Sernivîserê ajansa ANF li Brukselê hate girtin

Sernivîserê ajansa nûçeya ya Firat ku nêzîkî PKK ye, Maxîme Azadî li ser daxwaza Tirkiyê hate girtin. Azadî li paytexta Belcîka li Brukselê ji aliyê Interpolê ve hate girtin.

Sûriyê êdî di destê van welatan de ye

Wezîrê derve yê Rûsya Sergî Lavrov got, Mosko-Tehran û Bexda li hev kirine ku serokê Sûriyê Beşar Esed û opozîsyonê li hev bînin.

Sefîrê Rûsya li Tirkiyê hate kuştin – Vîdyo

Îro di dema vekirina pêşangehekê de sefîrê Rûsya li Enqerê Andry Karlov rastî êrîşeke çekdarî hat, giran birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Guven li Enqerê. Ajansa fermî ya Rûsî ragihand ku wî jiyana xwe ji dest daye. Kesê ku êrîş kiriye, sloganên li dijî Rûsya avêtine û pişgiriya Helebê kiriye.

Daiş li pey vê keça Kurd digere

Şervana Kurd a hemwelatiya Danimarkayê Ciwana Palanî ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê tevlî hêzên Kurdî bûye û şerê rêxistina DAIŞê kiriye li bajarê Kopenhaga Danimarkayê dane dadgehê.

Omer Osê: Me hêzeke kurdî ava kiriye

Parlamenterekî kurd ê Sûriyê dibêje, hikûmeta Sûriyê, ruxmî hemû nakokiyan, piştgiriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike.

Bavê Xêro Ebas wefat kir

Bavê hunermendê Kurd Xêro Ebas, Xerbî Silêman Ebas, li başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê wefat kir.

Qatilê serkirdeya PKK Sakine Cansiz mir

Omer Guney ew kesên ku ji bi kuştina Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Frensa hatibû girtin, îro mir. Malbata Sakine Cansiz ragihand ku ew ji ber nexweşiyeke giran mir. Sakine Cansiz, di 1958'an de li Dêrsimê hatiye ser dinyayê, femînîst û çalakvaneke kurd bû ku di 9'ê kanûna mezin a 2013'an de li Parîsa Ferensayê ligel Fidan Doğan û Leyla Şaylemez bi destê kesên neniyasî hatiye kuştin. Sakîne Cansiz yek ji damezrnerên PKK bû.

Pin çima 4 reqem in?

Pina makîneya karta bankê (ATM) - Bank otomat li her derê 4 reqem in. Çima 4 reqem in? Di sala 1967 de, afrênerê skotlendî John Shifer ew makîne çêkir, destpêkê pina karta bankê kir 6 reqem, lê ji ber ku jina wî nikaribû ezbere bike, fikirî ku bike 4 reqem û xwe ji gazinên jina xwe xelas bike. Niha êdî pin 4 reqem in û nayê guhertin.

Barzanî li ser rojavayê Kurdistanê axifî (vîdyo)

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê di Konferansa serxwebûna Kurdistanê de li ser rojavayê Kurdistanê axifî (vîdyo)
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com