Serrûpel Nûçe Serokê ENKS: Rûsya jî pişta xwe da PYD (vîdyo)

Serokê ENKS: Rûsya jî pişta xwe da PYD (vîdyo)

Belav bike
Serokê ENKSê brahîm Biro li Astana ya paytexta Kazaxistanê ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku PYD xwe weke ‘xeta sêyem’ bi nav dike, bo danûstandinên navdewletî nayên vexwandin, çimku tiştek wisa tine ye. Biro herwiha got, hevpeymanên PYDê piştgiriya beşdarbûna wê di civînan de nakin” û tekez kir, ku “heta Rûsyayê jî pişt da wan.” 

 

Civînên Astanayê ku bo vedîtina rêyeke çareseriyê bo kirîza Sûriyê, bi serpireştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê di navbera her du aliyên hikûmeta Sûriyê û dijbereya wî welatî de birêve diçû, êvariya roja sêşemiyê bi dawî hat û piştî bi dawî hatina hevdîtinan, encamnameyekê civînên Astanayê hat ragihandin.

 

Şandeke 3 kesî ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî bi serokatiya Îbrahîm Biro di civînên Astanayê de beşdar bû, ku ji roja duşemî 23ê Çileya 2017ê dest pê kir û di êvariya roja sêşemî 24ê Çileya 2017ê de dawî pê hat.

 

Piştî bi dawî hatina civînên Astanayê, Serokê ENKSê Ibrahîm Biro ji Astanyê beşdarî weşana zindî ya bultena nûçeyan a saet 20:00an a televizyona Rûdawê bû û derbarê hevdîtinên Astanayê de axivî.

 

Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand, di hevdîtinên Astanayê yên navbera dijbere û hikûmeta Sûriyê de, ku du rojan dom kir, tekezî li ser aliyê leşkerî yê kirîza Sûriyê hat kirin.

 

Îbrahîm Biro got, “her sê dewletên serpireştê civînên Astanyê, guvaş li aliyên beşdar kirin, ku li ser berdewamiya agirbestê û tekezîkirin li ser çareseriya siyasî bo kirîza Sûriyê, li hev bikin.”

 

Biro herwiha got: “aliyên rikeber neçarin ku biryarên Astanayê cîbicî bikin. Biryarên navdewletî yên ku di pêşerojê de werin dayîn, dê li ser Bingeha beyannameya dawîn a danûstandinn Astanayê bin.”

 

Serokê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku di civînên Astanayê de, komên çekdar ên dijbereyê gotin, ku ew weke komên terorîstî, li Hizbullah a Lubnanê û milîsên iraqî û îranî û herwiha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dinêrin.

 

Îbrahim Biro diyar kir, ku wan weke ENKSê bi ti awayî tiştek wisa negotiye û daxwazekê wisa jî di civînan de neaniye rojevê.

 

Derbarê sedemên beşdarnebûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di civînên Astanayê de jî, Ibrahîm Biro da xuyakirin:

 

“Yek ji tiştên ku bûye sedema nevexwandina Partiya Yektiya Demokratîk, helwesta wê partiyê li ser wan tiştan e ku li Sûriyê rû didin, û herwiha ragihandina hertim a wê yekê ku nûneratiya xeta sêyem dike, û hemû civînên ku tên kirin, di navbera aliyên dijbere û rejîmê de ne û tiştek bi navê ‘xeta sêyem’ di wan civînên navdewletî de nîne, ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tên kirin.”

 

Biro amaje bi wê çendê jî kir, ku “hevpeymanên PYDê jî piştgiriya beşdarbûna wê di civînan de nakin” û tekez kir, ku “heta Rûsyayê jî pişt da wan.”