Serrûpel 2017 Çile

Arşîva mehane: Çile 2017

Xwest Emerîka alîkariya Pêşmergeyên Rojava bike

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Amerîka xwest ku li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên Pêşmergeyên Rojava re kar bike, ji ber ku ew "tekane hêza bi bandor û pirr alî ye". Rojnameya NewYork Times, di raportekê de behsa astengiyên Amerîka dike, ji ber alîkarîkirya ku dide YPGê. Li gor rojnameyê, ji ber wê alîkariyê, ku Emerîka bê sebeb da YPG, krîzeke cidî di navbera wê û Tirkyiê de derketiye, YPG ji aiyê Tirkiyê ve weke hêzeke terorîst û baskê eskerî yê PKKê li Sûriyê. NewYork Timesê dibêje ku di serdana xwe ya Emerîka de, Mesrûr Barzanî ji berpirsên Amerîka xwastibû li Sûriyê di şerê DAIŞê de bi hêzên Pêşmergeyên Rojava re kar bikin çû ew dikarin aloziya siyasî ya li wê deverê vemirînin û aliyên siyasî nêzîkî hev bikin. Pêşmergeyên Rojava ji ciwanên rojavayê Kurdistanê pêk tê, bêhtirî 4 hezar pêşmerge ne, li Kurdistana Başûr hatine perwerdekirin û ji ber ku PYD nahêle derbasî Rojava bibin û li başûrê Kurdistanê di şerê li dijî Daişê de bêhtirî 30 şehîdan dane.

Serok Barzanî ligel serokomarê Azerbêcanê civiya

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Davos ligel serokomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev civiya. Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera her du welatan de û şerê li dijî Daişê hate kirin. Aliyev Barzanî vexwende Azerbêcanê.

Çavuşoglu: Cihê YPG-PYD li Astana tune ye!

Di konferanseke rojnamevanî de, wezîrê derve yê Tiriyê Mewlut Çavuşoglo eşkere kir, ku wan Emerîka dawetî danûstanên Astana kirine, ku wê di derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê de li paytexta Kazakistanê li darkeve. Çavuşolgo her wiha got, ku cihê YPGl di konferansa Astana de tune ye. Tê çaverêkriin ku roja 23yê vê mehê li Astana di navbera şanda hikûmeta Sûriyê, û çekdarên opozîsyonê de danûstadin dest pê bikin. Çavuşoglu wiha got: Li Astana cihê YPGê tine ye, eger dev ji terorê berdin, eger dev ji perçekirina Sûriyê berdin, eger dawî li terora xwe ya li Tiriyê bînin, me fersend da wan, lê me dît niyeta wan çi niyet e, di operasyonên Mertala Firatê de jî me dît, armanca YPG ne şerê li dijî Daişê ye, armanca wê perçekirina Sûriyê ye. Em jî dibêjin, yekîtiya axa Sûriyê were parastin û rêveberiyek ji hemûyan û ji bo hemûyan hebe, ji ber vê yekê jî rêxistineke terorîst wê li ser maseya hevdîtinan tune be.

“Divê hemû alî pabendî Hewlêr-Duhok bin“

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, di dema pêşwazîkirina Şanderê Taybetî yê Holandayê yê bo Karûbarên Sûriyê Gerard Steeghs de, cîbicîkirina rêkevtinên berê yên di navbera aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya navbera wan de, garantiya bi dest xistina mafên gelê kurd de di pêşeroja Sûriyê de ye. Mesrûr Barzanî behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û bal kişande ser cîbicîkirina rêkevtinên pêştir ên ku di navbera hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê de hatibûne îmzekirin û ew yek weke xaleke giring bi nav kir. Barzanî got, ji bo bi dest xistina mfên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, pêwîst e rêkevtinên berê yên Hewlêrê û Duhokê werin cîbicîkirin û hemû alî pabendî wan rêkevtinan bin. Herwiha wiha ragihand ku yekîtiya rêza kurd, wê pêşeroja wan li Sûriyê garantî bike û tekrewî û xweferzkirin xeter li ser li ser pêşeroja kurdan li Sûriyê çêkiriye.

Kirby: Tu ofîsên PYD li Emerîka tune ne

Berdevkê Wezareta Derve ya radigihîne ku, ti agahiyên wî tune ne ku PYD wê ofîsekê li Amerîka veke. Berdevkê Wezareta Derve ya ya Amerîkayê John Kirby di konferanseke rojnamevanî de, diyar kir ku tu ofîsên PÛYD li Emerîka tune ne. Berî niha berpirsa Tev Dem Îlham Ehmed gotibû ku karê wan berdewam dikin û ewê ofîsa xwe li Emerîka vekin.

Hellya Kurd û Kima Ermenî bi hev re ne – foto

Stranbêja Kurd Hellya Luv û modelîsta Ermenî Kim Kardashian li Dubey hev dîtin û sûre bi hev re gortin, her du jî stêrkên medyayê ne. Helly ev foto di Instagrama xwe de belav kir.

ENKS beşdarî konferansa Astana dibe

3 kesayetiyên kurd ji bo beşdarî Konferansa Astana bibin hatine vexwendin. Cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûrî EbdulHekîm Beşar ku endamê serkirdayetiya ENKSê ye, di pêwendiyeke telefonî de, ji Rûdawê re ragihand ku ew ji bo konferansa Astana hatiye vexwendin. Ebdul Hekîm Beşar ji Rûdawê re got, piştî hevdîtina 09.01.2017 ya şanda rawêjkariyê li Enqereyê hate lidarxistin, ew ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatim vexwendin ji bo beşdariyê di konfersana Astana bibe. Hekîm Beşar got ku her yek ji parêzer Derwîş Mîrkan weke rawêjkar û Serokê ENKSê jî Ibrahîm Biro jî hatine vexwendin. Her wiha diyar kir ku eger pirsên siyasî li Astanayê bêne behskirin, ewê jî behsa pirsa Kurdî bikin, ew jî bi navê şanda opozisyonê beşdar dibin, ji ber ku hemû aliyên opozisyonê wê weke yek şand beşdarî Danûstandinên Astana de. Hekîm Beşar got, hîna ajandeya karê Kongreya Astanayê nehatiye diyarkirin. Lê wê di dema xwe de, roja 23.01.2017 were lidarxistin.

Derhênerê fîlma Radio Kobanî diaxife (vîdyo)

Kobanî, di dema êrîşa Daişê de, rastî felaketeke mezin hat. Bajar wêran bû, xelkê wê ku tu caran nizanibû koçberî çi ye, koçber bû, malbat ji hev ketin, her yek bi aliyekî de çû, bûne penaber. Bajar, di encama berxwedaneke mezin ya pêşmerge û şervanan û bi alîkariya hêzên hevpeymanan, hate rizgarkirin û xelk hêdî hêdî vegeriya malên xwe. Kobanî bû fîlm, Kobanî bû stran, bû helbest, bû roman. Romanivîsê Kurd Jan Dost romanek bi navê Kobanî nivîsand, û niha li ber weşanê ye. Yek ji derhênerên Kurd Rêber Doskî ye, du dokumenterên gelekî hêja li ser Kobanî çêkir, yek ji wan bi navê Radio Kobanî û ya din li ser Qenasekî ye ku nêçîra çekdarên Daişê dike.
video

Derhênerê fîlma Radio Kobanî Rêber Doskî diaxife

Derhênerê fîlma Radio Kobanî Rêber Doskî diaxife

Serkirdeyê PDK-S Mihemed Îsmaîl serbest hate berdan

Piştî 153 rojan sekreterê polîtburoya PDK-Sê û endamê emîndariya giştiya Encûmena Niştimaniya Kurdî Mihemed Ismaîl ji zindanên Rêveberiya xwe Xweser serbest hate berdan.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com