Serrûpel 2017 Çile

Arşîva mehane: Çile 2017

“PYD tenê dixwaze Tirkiyê razî bike“ (Vîdyo)

Berpirsekî AK Partiyê dibêje, ew daxuyaniyên PYDê û YPGê yên derbarê başkirina pêwendiyên li gel Tirkiyê qet bawer nakin.

YPG bi Tirkiyê re flort dike lê Tirkiyê bawer nake

YPG daxuyaniyek belav kir û têde mesajên nerm yên dostaniyê ji Tirkiyê şandin. Fermandariya giştî ya YPG dibêje ew dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyê re deynin û ew ne beşekin ji nakokiyên di navbera Kurdan û Tirkiyê de li bakurê Kurdistanê. Li aliyê din ENKS jî diyar dike ku eger PYDê pabendî rêkeftinan ba, ewê beşdarî hemû konferans û danûstandinan biba, û wê beşek ba ji hevdîtinên di derbarê çaresekririna kirîza Sûriyê de, wê demê qet pêwîst nedikir ku YPG daxuyaniyên bi vî rengî derxistiba..

Hikûmeta Kurdistanê bersiva bêbextiya PYD da

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bersiva daxuyaniyeke Desteya Parastinê ya Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê da û tê de wiha got: "Duh daxuyaniyeke bi navê Desteya Berevanî û Parastina Xweserî ya ser bi PYDê, ku navê Kantona Cizîrê lê hatiye kirin, ew di daxuyaniya xwe de hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar dike û dibêje roja 3ê vê mehê çend balafirên şer ji bingeheke serbazî ya ezmanî li Herêma Kurdistanê rabûne û devera Til Elo ya ser bi Cizêrî bomberan kirine." Li ser wê daxuyaniyê Sefîn Dizeyî dibêje, ew bi her awahî wan idîayan red dikin, û ew daxuyanî tenê cihê pêkenîn û nîşana asta nexweşiya nivîsakarên wê ye. Dizeyîn her wiha dibêje: Diyare Cemaeta bi navê Kantona Cizîrê xewn dîtine. Ma ka bingeha leşkerî li Herêma Kurdistanê heye?! Lê diyare ew ne li ser hişê xwe ne û têk çûne!."

Dîlana şervanên YPG li Şêx Meqsûd – VÎDYO

Dîlana şervanên YPG li Şêx Meqsûd

Ehmed Silêman tiştekî serast dike

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Pêşverû ya kurd li Sûriyê Ehmed Silêman ji Tora medyayî ya Rûdaw re ragihand, ku wî di hevdîtina diyaloga rewşenbîran de, qet ne gotiye ku ew li dijî Dewleta Kurdî ye. Silêman da zanîn ku wî gotiye dewleteke kurdî yan cudabûna kurdan ji Sûriyê, ne di berjewendiya kurdan de ye. Her wiha tekez kir ku ew helwesta wî ne ji bo razîkirina kesayetiyên beşdar bû.

Li derveyî PYD hevdîtin pêk tên

Li Şam û Himêmîm danûstandin di derbarê çarnivîsa navçeyên Kurdî de li Sûriyê û doza Kurd têne kirin.

Hevdîtin di navbera PDK-S û PYD de çêbûne?

Ofîsa Ragihandina Navendî ya PDK-S red kir ku partiya wan hevdîtinên nehênî digel PYD li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê pêk anîbin.

PKK: Me negotiye emê ji Şengalê derkevin

KCKê daxuyand, ku gerîlayên wan bi armanca parastina kurdên êzidî çûne Şingalê û heta li Şingalê rêveberiyeke xweser neyê avakirin jî ji wir dernakevin.

ENKS destûra Kurdistana Sûriyê amade kir

Tora Medyayî ya Rûdawê, reşnivîsa projeya destûra Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji bo rêvebirina Rojavayê Kurdistanê amade kiriye, û ji 115 madeyan pêk tê, bi dest xist.

YPG zarokekî 14 salî biriye û nîşanî malbata wî nade

Zarokekî 14 salî ji bajarê Qamişlo, ji meha 6 , sala 2016 ve wenda ye. Zarokê bi navê Mahir Cumaa Şêxî, ku tevî malbata xwe li Qamişlo li taxa Kornêş dijiya, ji nişkê ve wenda bûbû, û heta niha nayê zanîn li kuderê ye. Malbata wî dibêje, çend caran YPG ew biribû, bavê wî ew piştre vegerandibû û anîbû mal. Di meha 6 an de, di dema rojiyê de, careke din wenda bûbû, û venegeriya bû. Heta niha jî malbata wî nizane, ew li kuderê ye û çi bi serê wî hatiye. Berî ku wenda bibe, ew xwendevanê dibistanê bû û sefa 8 an bû.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com