Serrûpel Nûçe “Em hikûmeta Sûriyê û Kurdan li hev tînin”

“Em hikûmeta Sûriyê û Kurdan li hev tînin”

Belav bike
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştrast kir ku ew di navbera hikûmeta Sûriyê û kurdên Sûriyê de navbeynkariyê dikin.

Lavrov ji bo rojnameya Izvestiyayê axivî û got, Rûsya ji bo ku Sûriye perçe nebe hewl dide ku di navbera hikûmeta Sûriyê û kurdên Sûriyê de nêrîneke hevpar pêk bîne.

Lavrov destnîşan kir ku rayedarên hikûmeta Sûriyê û nûnerên kurdên Sûriyê di  2016an de bi navbeynkariya Rûsyayê 4 caran hevdîtin kirine û got, ev hevdîtina hinek caran rasterast, hin caran jî bi rêya navbeynkaran pêk hatine.

 Lavrov piştrast kir ku hikûmeta Sûriyê bi berpirsên YPGê re jî hevdîtin kiriye. Sergey Lavrov her wiha diyar kir ku potansiyela rêveberiya Şamê û kurdan heye ku li hev bikin.

Wezîrê Rûsî da zanîn ku gelek qadên hevpar ên her du aliyan hene û got, hevdîtinên di navbera wan de jî bi aliyekî erênî de pêş dikeve.

Lê Lavrov neda zanîn ka di hevdîtinan de behsa sîstema federalî li Sûriyê hatiye kirin yan na.