Serrûpel Nûçe Vî Pîlotî Xan Şêxûn kîmyabaran kiriye

Vî Pîlotî Xan Şêxûn kîmyabaran kiriye

Belav bike

Parlamenterî Sûrî bi navê Faris Şehab, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku serokerkanê artêşa Sûriyê, pîlotê balafira şer Soxoy 22 ye, ku bi navê Qudus 1 jî tê naskirin, Mihemed Yusuf El Hasûrî, taybet spas kiriye, ji ber ku wî bargehên Cebhet El Nusre li Îdlibê, roja 4 vê mehê bombebaran kribû, di encama wê bombebaranê de komkujiya Xan Şêxûn çêbû.

Opozîsyon, polît Emîd El Hasûrî bi bombebaran kîmawî li Xan Şêxûn tewanbar dike.

Çalakvanan wêneyên El Hasûrî belav kirin û têde ligel serokerkarê Sûrê li balafirxaneya Şuêran diyar dibe, ku Emerîka dibêje, ji wê derê balafr bi kîmyabarankirina Xan Şêxûn rabûbû.