Serrûpel Nûçe Nûjîn wê bibe astronot (vîdyo)

Nûjîn wê bibe astronot (vîdyo)

Belav bike

 

VÎDYO

Keça Kurd a kêmendam Nûjîn Mistefa ku pirtûka serpêhatiya wê bi 9 zimanan li 13 welatan hatiye çapkirin, li parlamentoya Ewropayê piştgiriya penaberên kêm endam ên Sûrî dike, ku li Yunanê asê mane.

 

Nûjîn Mistefa, ew keça Kurd a ji Kobanî, ku temenê wê 18 sal e û ji zaroktiyê de felc bûye, û serpêhatiya wê li cîhanê deng da, îro bi hevkariya ligel Rêxistina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li parlamentoya Ewropayê, li Brukselê, ji bo alîkariya penaberên Sûriyê yên kêmendam dîbeytek pêşkêş kir.

 

Nûjîn Mistefa, ku pirtûka wê bi 9 zimanan li 13 welatan hate çapkirin, û li seranserê cîhanê hate belavkirin, wê rêxistina Emerîkî Nasyonal Giyografîk, xwendina wê ya Astronojiyê fînanse bike.

 

Nûjîn herwiha dê li Almanya astronojiyê (fezanasî) bixwîne, û heta ku xwendina xwe temam bike, ew rêxistin dê xercê xwendina wê bide.

 

Pirtûka Nûjînê, ji aliyê wê û nivîskara înglîzî ya navdar Krîstina Lamp ve hatiye nivîsandin û behsa serpêhatiya wê dike, dema ku ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ve diçe Almanyayê.

 

Li ser beşdarbûna xwe di civîna Parlamentoya Ewropayê de, Nîjîn Mistefa bi rêya Skype beşdarî weşana zindî ya bultena taybet bi Rojavayê Kurdistanê ya televizyona Rûdawê bû û zanyariyên zêdetir da. Rûdaw