Serrûpel Nivîskar Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir

Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir

Belav bike

 

Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû

Di referanduma guhortina 18 madeyên qanûna esasî ya Tirkiyeyê de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî AKP-ê bi xêra ”nîv mîlyon” dengên nû yên kurdan xwe xelas kir û encama referandumê bi % 51.4 erê û bi % 48.6 nexêr xelas bû.

Li seranserê Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hîç faydeyekê AKP-ê û Erdogan ji tifaqa digel MHP-ê û Devlet Bahçelî çênebû. Ji nêv AKP-ê bi xwe jî hinek dengên nexêr hebûn ji ber AKP-ê li gor hilbijartinên 1/11 2015-ê dengên xwe li aliyê tirkan kêm kir û dengên xwe li aliyê bakurê Kurdistanê zêde kir.

Li keleha Erdogan li Stenbolê dengên ”nexêr” ji dengên ”erê” zêdetir bûn û ji % 51.4 xelkê Stenbolê yanî 4.7 milyon kesan got ”nexêr” ji Erdogan û guhortina qanûna esasî re û ji % 48.6 yanî 4.4 milyon kesan got ”erê”.

Li paytexta Tirkiyeyê li Enqereyê jî dengên ”nexêr” ji dengên ”erê” zêdetir bûn û ji % 51.2 xelkê Enqereyê yanî 1.7 milyon kesan got ”nexêr” ji Erdogan û guhortina qanûna esasî re û ji % 48.8 yanî 1.6 milyon kesan got ”erê”.

Li wîlayetên Tirkiyeyê yên wekî Eskîşehîrê û li hemî wîlayetên Trakyayê, li hemî wîlayetên Egeyê û li hemî wîlayetên Deryaya Spî jî dengên ”nexêr” ji dengên ”erê” zêdetir bûn.

Li gelek wîlayetên bakurê Kurdistanê ekseriyeteka xurt ji bo ”erê” dengê xwe da. Bo nimûne:

Mereş: % 74
Meletî: % 69.6
Sêwas: % 71.3
Erzirom: % 74.5
Entab: % 62.5
Ruha: % 70.8
Elezîz: % 71.8

Li wîlayeta Diyarbekirê AKP-ê û Erdogan ji bo ”erê” 70 hezar dengên nû wergirt.
Li wîlayeta Ruhayê jî AKP-ê û Edogan ji bo ”erê” nêzîkî 70 hezar dengên nû wergirt.

Dema ko em li netîceya dengên ”erê” yên 25 wîlayetên bakurê Kurdistanê temaşa bikin em dibînin ko ji bilî Kîlîsê, AKP-ê û Erdogan dengên xwe li hemî wîlayetan zêde kirine û li gor 2015-ê hema bibêje 480 hezar dengên nû bi dest xistine. Yanî vê carê jî kurdan Erdogan ji têkçûneka mezin xelas kir û Erdogan û AKP deyndarên miletê kurd in.

[» Ji bo dosyaya PDF û cetwela dengên erê û nexêr û dengên 2015-ê li ser vêderê bitikîne.]

Vêca heger em analîza netîceya referanduma guhortina qanûna esasî ya Tirkiyeyê bikin ev nuqte pir zelal xuya dikin:

1. Tifaqa digel MHP-ê hîç fayedeyek neda Erdogan û AKP-ê.

2. Muxalefeta Erdogan û AKP-ê di nêv tirkan de gelek xurt e û herçend HDP li dijî Erdogan jî bû cardî Erdogan bi dengên kurdan ji têkçûnê xelas bû.

3. Di hilbijartinên nû yên serokkomariyê û parlamanetoyê de (2019) muxalefeta Erdogan û AKP-ê ya di nêv tirkan de dikare bi tifaqa digel HDP-ê desthilata dewletê ji Erdogan bistîne û bi van desthilatên nû yên serokkomariyê malikê li Erdogan û AKP-ê bişewitîne.

4. Ji îro û pê ve îhtimala ko partiyên tirkan li hemberî kurdan li hev bikin gelek kêm e û her partiyeka ko bixwaze bi serê xwe bêt ser desthilatê mecbûr û muhtaca dengên kurdan e. Yanî HDP jî û hêzeka siyasî ya nû ya kurdan jî dikare berî hilbijartinan bazareka xurt digel AKP-ê yan CHP-ê bike û li gor berjewendiyên kurdan, pêşwext hinek tiştan li partiyên tirkan bide qebûl kirin û bibe şirîka hikûmeta ko dê paşê bêt ava kirin.

5. Erdogan her ji niho ve dixwaze piştgiriya kurdan bo xwe wekî piştgirî bo “yekîtiya axa” Tirkiyeyê, piştgirî bo “sedaqeta” bi dewleta Tirkiyeyê re û piştgirî bo “alaya” Tirkiyeyê rave bike. Ev ravekirina wî gelek şaş e ji ber kurdan ji destpêka avakirina komara Tirkiyeyê ve hertim dengê xwe dane partiyên ko dixwazin guhortinan di sîstema dewleta Tirkiyeyê de çêkin. Yanî kurdan dengê xwe da guhortinê û neda Erdogan.

6. Kurd têra xwe ji vê dewletê bêhêvî bûne û heger Erdogan tifaqeka jidil digel kurdan neke û bi rengekî desthilata herêmî ya kurdan xurt neke ew nikare hêdî wekî “tirkekê binyatgurcî” li pêla “nasyonalîzma tirkan” siwar bibe û hukumdariya tirkan, kurdan û Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bike.

(Ji malpera Nefel)