Serrûpel Nûçe Li Qamişlo rêjîma Sûriyê Heşda Şebîî ava kir

Li Qamişlo rêjîma Sûriyê Heşda Şebîî ava kir

Belav bike

Li Hesekê û Qamişlo hêzek navê Heşda Şebî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hat damezirandin, û navê fermandarê wê jî Elî Hewas Xilêfe, ku ew bi xwe ji eşîra Tey ya Erebî ye.

Endamekî encûmena parêzgeha Hesekê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku ev hêz ji çekdarên eşîrên Erebî, li parêzgeha Hesekê bi alîkariya istixbaratên Eskerî yê hikûmeta Sûriyê, pêk hatiye.

Wê çavkaniyê eşkere kir, ku Elî Hewas Xilêf, fermdanriya vê hêzê dike, û berê ev kes karmendê wezareta xwendina bilind a hikûmeta Sûriyê bû, û ew niha li Şamê ye.

Endamê encûmena parêzgeha Hesekê eşkere kir, ku niha 500 çekdarên vê hêzê çêbûne, û di dema bê de, wê dest bi perwerdekirina serbazî bikin, pitşre wê li gor fermanên artêşa hikûmeta Sûriyê tevlî şer bibin.