Serrûpel Nûçe Şahîn Çîlo û fermandarê Emerîkî serdana cihê bombebarana Qereço kirin (foto)

Şahîn Çîlo û fermandarê Emerîkî serdana cihê bombebarana Qereço kirin (foto)

Belav bike

Şandeke hevbeş ji hêzên hevpeymaniya navdewletî, û hêzên YPGê û HSDê li Qereçok çûne serdana ciyên hatine bombkirin.

Li gor medya ser bi HSDê ve, şandek ji hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAÎŞê ,HSDê û  YPGê çûne ciyê ku balefirên Tirkiyê li Qereçoxa Dêrika Rojavayê Kurdistanê bombebaran kiriye, û dest bi lêkolînan kirin.

YPGê ragihand ku, di encama bordûmana artêşa Tirkiyê de li ser bingehên wan û hinek avahiyên din weke radiyo, 18 şervanên YPGê jiyana xwe jidest dan û gelek şervan û kesên sivîl jî birîndar bûn.