3 zarokên Kurd, ji bajarê Dirbêsiyê, ji yek malbatê doh êvarê di nav çemê Mawan de di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de xeniqîn û niha cenazeyên li Bakurê Kurdistanê ne, di nav ambolansekê de diçin bajarê Quserê ji bo ku sibe derbasî Dirbêsiyê bibin.
Egîd Azad Silêman temenê wî 12 sal in, Rojda 10 salî û Arsîn jî sê salî ye, ev hersê zarok bi ber avê dikevin, dîmenê xeniqîna wan zarokan gihişte Rûdawê, di dîmenan de xuya dibe ku zarok ji destê dayika xwe dikeve xwarê û bi ber avê dikevin.
Bavê zarokan dixwaze zarokekî rizgar bike, lê nikare, yên din jî bi nava avê dikevin.
Niha tenê zarokeke wan bi navê Mîrav maye ku temenê wê 8 sal in û çavekî wê nabîne.
Malbata zarokan ji Rûdawê re ragihand, ku ji bo dermankirina zarokên xwe wan dixwestin biçin Bakurê Kurdistanê, lê qeder li hember hêviyên wan derket.
Herweha zarokekî din jî bi navê Elend ku ji malbateke din e, ne diyare, wendayî ye, bavê wî niha di nav çemê Mawan de lê digere.