Serrûpel Berhemên Nû Yekem gotar li ser romana Jan Dost

Yekem gotar li ser romana Jan Dost

Belav bike

Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser romana dawîn ya Jan Dost a bi navê “Kobanî”yê rawestim. Ev roman berî ku bigihîje destê xwendevanên wek min gelek deng veda bû. Ev dengvedan jî li ser du beşan belav dibû:

Yek jê neyînî bû ku di gotin mafê Jan Dostê ku gelek rexneyên tûj ên li derveyê çarçoveya zanistî ne an meriv kare bibêje hîsî ne, li YPGya ku pêşengîya berxwedana Kobanîyê, bi gotina YPGyîyan “Berxwedana Kobanê” kiriye; tune ye ku romana Kobanîyê binivîse.

Ya duyem jî dengvedana erênî bû ku keda gelek dotê min (Weşanger: Bawer Berşev, Editor: Dawid Yeşilmen, Redaksiyon: Memê Mala Hine) ên ku me bi hev re gelek karên hevpar ên hêja wek Kulûba Xwendinê ya Diyarbekirê, Kovara Wêje û Rexneyê û hwd. kiriye hebû. Ji ber vê gelo ez xwe jî wek kedkarek vê romanê bihesibînim dê zêde xeyalperestî be? Wele nizanim lê tiştê ku ez baş zanim ew e ku ji xwe nîvê pir ê wêjeyê jî li ser xeyalan ava dibe û binemala vê romanê jî bi piranî li ser xeyalên Jan Dostî ava bûye.
Nihajî ez ê hewil bidim ku bi kurtî skeleta vê romanê raxim ber çavan:

Vebêjerê romanê nivîskar, Jan Dost bi xwe ye. Ji hêla vegotinê ve romanê kiriye du beş. Her çi qasî şêst û yek jimar li ser beşên ku li pey hev rêz kirî hebin jî di eslê xwe de beşek jê çîroka malbata Hemezirav e, ya dî jî rasterast ya Jan Dost û malbata wî ye. Ji xwe ev her du malbat cîranê hev ê Taxa Mizgefta Seyda ne.

Hemezirav: Em dikarin di romanên Jan Dostî de hêleke dîroka kurd û Kurdistanê ya bi jan, keder û jenosaydê tije ye ku bi piranî ji dema împaratorîya Osmanî dide dest pê kirin û heta roja me wek mînaka bûyera Kobanîyê tîne bibînin. Di romana Kobanîyê de jî ev bi Hemeziravê Mihacir wiha pêşkêş dike: “Hemezirav şazde salî bû dema ku wî û dîya xwe û du xwehên xwe ji Qersê bazdan û daketin hêla Elezîzê. Şerekî giran di navbera Osmanî û Rûsan de li dar ketibû û di encamê de Osmanî şikestibûn û bi dehan hezara leşkerên wan bi seqemê miribûn.” Bi heman awayî ev mijar di romana Jan Dostî ya bi navê “Mijabad”ê de jî bavê serlehengê bi navê Badîn ku kurdek Behdînî ye û bavê wî yê bi navê Remezan ji şerê di navbera Osmanî û Rûsan de, revîya ye, hatiye Amedê û evîndarê keçeke ermenî ya amedî bûye, hene. Hemezirav di dema ku Şêx Seîdê kal serî hilda û Elezîz ket destê kurdan de, bîst û yek salî bû. Ew jî beşdarê tevgera azadîya kurdan bû. Piştî ku kurd têk çûn, Hemezirav revî binxetê. Yanî li Rojavayê Kurdistanê bicih bû. Çîroka Kobanîyê jî li ser Kur û nevîyên wî yên cîranê malbata Jan Dostî bi goşt û hestî bûye.

Li gor dîtina min Jan Dost bi vê hewildana xwe dixwaze romanên wî wek cihê bûyerê hemû Kurdistanê teşmîl bikin û ji bîreke neteweyî re xizmet bikin. An Kurdistan wek welatek yekpare navend be û hemû kurd xwe di romanê de bibînin. Wek gelek faktorên dîn rola romanê jî di avadanbûna bîra neteweyî de gelek e.

Çîrok: Ji Hemezirav bigre heta kurê wî Hecî Mislimê Hemeziravê bavê pênc kur û du keçan lehengê bûyera Kobanîyê ne. Hevjîna wî Xanê jî dayîka heft zarokan ji Kobanîyê der nake ve heta ku Kobanî bi ser wê de ji aliyê DAIŞê ve tê hilweşandin û ew di bin banê mala xwe de şehîd dikeve. Hecî Mislim jî piştî rizgarbûna Kobaniyê, piştî dînbûna ji ber şehîdbûna heft zarokên wî, ew vedigere Kobanîyê lê DAIŞ dîsa wî di mala wî de bi gulebaranê şehîd dike. Kurê wan ê mezin Mihemed ku ew jê re dibêjin Heme gelek dûrê tekoşîna neteweyî ye. Bi kar û barê bazirganî re rojên xwe tijî dike. Li ber destê bavê xwe fêrî bazirganîyê dibe. Piştê demek bo bîrkolanê diçe Tûnûsê li wirê pir pere kar dike. Bi kesek bi navê Ziyad re ji bar û pawyonan der nakeve. Ziyad paşê beşdarê DAIŞê dibe, lê ku tê Kobanîyê lê hay dibe ku hevalê wî Heme jî ji Kobanîyê ye, poşmam dibe û li wirê întîxar dike.

Bav gazî Heme dike bo wî bizewicîne ew nayê, malbat mecbûr birayê jê piçûktir Mistefa bi Eyşêya keça xalê re dizewicîne. Bîst roj piştî zewacê zava dere leşkerîya dewleta Sûrîyeyê û li wirê ji aliyê dewletê ve tê kuştin. Malbat nûçeya mirina Mistefa ji Heme re dişîne û ew dizivire mala xwe. Bi zorê wî bi Eyşeya jinbira wî re dizewicînin. Jê wan re Siyabend û Zozan çê dibin. Dema ku ji ber DAIŞê Eyşe direve Pirsûs/Sirûcê ducanî ye. Li Sirûcê keçek jê re dibe navê wê jî Hêvî datînin. Metînê kurê Hecî Mislim jî şervanek di nava refên gerîla de ye. Dema şerê li Sûriyeyê dest pê dike Lewend, Baran û Rewşen li Kobanîyê ne. Xedîce, keça mezin a mamosteya Îngilîzî, evîndarê Amed dibe, malbata Amed nahêle bizewicin. Ew jî bi hevalek dinê re dizewice. Kurek wan ê bi navê Dara çê dibe. Xecê û mêrê xwe diçin Stenbolê bo ku birevin Ewropayê. Di dema revê de mêrê wê û kurê wê di behra Egeyê de difetisin. Xecê li Almanyayê di nexweşxaneyek dîna de tê dermankirin. Lê ew baş nabe û întîxar dike. Lewend beşdarê xwepêşandana dibe, asayîş ew nepaejirine ew jî direve Başûrê Kurdistanê dibe pêşmerge di şerê Şengalê de şehîd dikeve. Baran evîndarê Sosina mamoste ye. Malbata wê jî wek ya Amed bi hinceta ew kurdên mihacir in zewaca wan asteng dike. Lê hevaltîya Sosin û Baran didome. Baran li pey Sosinê diçe Reqqayê di rê de DAIŞ wî digire, bi hinceta şûşeyek araq û tembûra wî serê wî jê dike. Rewşena keça piçûka malê jî beşdarê YPGê dibe. Metîn jî ji çiya hatiya beşdarê berxwedana Kobanîyê bûye. Metîn û Rewşen jî di şerê li hember DAIŞê de şehîd dikevin. Bi tenê em awayê kuştina Heme rasterast di romanê de naxwînin. Belbî ji ber vê ye ku Mamostayê ziman û wêjeya erebî, Prof. Akeel Marai dibêje ‘min ji Jan Dostî xwest ku li karakter û xwendevanên xwe were rehmê lê wî bi ya min nekir.’

Romana Kobanîyê wek navê nivîskar heta ber dev tije jan e. Ez gelek hestiyar bûm di dema xwendinê de. Lê dema ku Heme cenazeyê Rewşena xwîşka xwe dibîne, ez jî bi wî re giriyam. Ez naxwazim nivîsa xwe dirêj bikim. Bila meraqê xwendevanan neqede ku ew jî weka min rojek zûtir dest bi xwendina vê romana serkeftî bikin.

31.05.2017 Amed

Ahmed Kanî –


jêder: www.rojnameyakurdistan.com