Serrûpel Nûçe Şaîrê Kurd Ferhadê Içmo wefat kir

Şaîrê Kurd Ferhadê Içmo wefat kir

Belav bike

Şaîrê Kurd Ferhadê Içmo di  encama nexweşiyeke giran de li nexweşxaneya Ferman wefat kir.

Ew 57 salî bû.

Wî berê gotibû, “Eger we ez li kolanên Qamişlo nedîtim, wê derê werin serdana gora min”.

Ferhadê Içmo, di sala 1960 de, li Qamişlo ji dayîk bûbû, endezyarî li zankoya Helebê xwendibû, piştre dest bi nivîsandinê kiribû, çend dîwanên helbestan çap kirine weke:

Demişta Zozan, Piştî Çi, Evîna Te, pelên Sipî, Qêrîna Yekemîn, landika yek, Landika Du.

Bila serê malbata wî sax be.