Endamê rêveberiya KCKê Riza Altun hefteya din gotibû; “Ji îro pê de Başûrê Kurdistanê jî di bin hedefa me de ye, em ê şer bibin Herêma Kurdistanê” hûn van gotinên Altun çawa dinirxînin?Li gor nêrîna min a herî baş şerê di nav PKKê û Tirkiyeyê de li qada Tirkiyeyê bê meşandin. Eger PKK jidil jî doza azadiyê bi rê ve dibe, wê demê qada şer ne Başûr ne jî Bakur e, qada vî şerî bajarên Tirkiyeyê ne. Hebûna PKKê li Başûr, Şingal û Qendîlê ne meşrû ye. Mayîna PKKê li van herêman tenê bi armanca bikaranîna ji aliyê dewletên herêmê ve ye. PKK, bi ‘siyaseta xendekan’ çawa bû sedema wêrankirina Cizîr, Şirnex, Sîlopî, Gever û Sûra Bakûrê Kurdistanê, dixwaze heman wêrankirinê li Başûrê Kurdistanê jî bike. Ev daxwaz û biryar ne ya PKKê ye lê dibe ku bicihanîna rola dane PKKê ye. Dewletên herêmê, proseya aborî û siyasî ya ber bi serxwebûna Kurdistanê ve diçe hezim nakin. Ji ber vê yekê jî PKKê bikar tînin. PKK jî mixabin ji bo gelê Kurd negihêje armanca xwe bûye piyonê destê van dewletan. Eger PKK, Şingalê, Êzidiyan û gelê Kurdistanê difikire bila hemû hêza xwe ji deverê vekêşe. Dewleta Tirkiyeyê ji ber hebûna PKKê a li van deveran êrîş tîne ser gelê me û Pêşmergeyên me şehîd dikevin. Pêdiviya Şingal û Herêma Kurdistanê bi PKKê nîne. PKK bûye bela serê me.
Endamê rêveberiya KCKê Duran Kalkan dibêje ku birêvebirina Kurdistanê ji Hewlêrê xelet e û divê bajarên Şingal, Silêmanî, Dihok, Zaxo bi xwe bên îdarekirin hûn van daxûyaniyan çawa dinirxînin?
Biryara îdarekirina ji Şingalê, dê ji aliyê kê ve û çawa bê îdarekirin ne ji aliyê Duran Kalkan û yên wek wî tê dayîn. Şingal, bajarekî di bin îdareya Herêma Kurdistanê de ye û destûra bingehîn a Îraqê jî dide zanîn ku qedera Şingalê dê bi referandûmê diyar bibe. Tenê gelê Kurdistanê dikare di derheqê qedera Şingalê de biryar bide. Çawa hemû bajarên Fransayê ji Parîsê, hemû eyaletên Amerîka ji Waşîngtonê birêve diçin Kurdistan jî dê ji Hewlêrê bê îdarekirin. Duran Kalkan li şikeftên Qendîlê xwe veşartiye û dixwaze xwe bi Şingaliyan re xwe ferz bike.
Başûrê Kurdistanê bi referandûma serxwebûnê di rojeva Rojhilatanavîn û Cîhanê de ye ev daxûyaniyên PKKê tesadûf in?
Eger mirov a rastî bêje PKK, ne hêzeke di armanca tekoşîna Kurdistanê de ye. Ji serî de PKK ji aliyê dewleta kûr ve hat damezirandin. Armanca damezirandinê astengiya li pêşiya tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê bû. PKK wek hêzeke sixte bûye bela serê gelê Kurd. Di vê çarçoveyê de jî PKK derxistin pêş û mezinkirin. Niha milekî PKKê di destê Îranê de mîna çekeke pir xeternak e. Milê din jî di xizmeta Ergenokiyên berê de ye. Vê hêzê bi navê Kurdbûnê beşek ji gel kişandiye cem xwe. Ji bilî vê yekê tu feydeya wan ne kiryarên wan ne jî bi daxûyaniyên wan qet bi gelê Kurd û Kurdistanê re tune ye. Polîtîkayên PKKê bêguman xizmeta Kurdistanê nakin. Ji xwe ne bi armanca Kurdbûnê û Kurdistanê hatiye damezirandin. Ji vê yekê emîn bin ku ji bo astengî li pêşiya serxwebûn û referandûma serxwebûna Kurdistanê derxe çi ji destê wan were dê bikin. PKK, yekane partî ye ku astengiya proseyên ji bo gelê Kurd e. Ji bilî PKKê tu hêza Kurdî heye ku serxwebûnê naxwaze? PKK ji me re awayekî vekirî dibêje ku: “Bila dewleta Tirkan hebe lê em netewdewleta Kurdan naxwazin û em ê ji vê re bibin astengî.” Hûn dikarin yek miletekî nîşanî min bidin da ku dev ji welatê xwe berdabe? Nîne. Li ser ruyê cîhanê tu miletek nîne ku dev ji axa xwe berdabe.
Armanca bilindkirina ala PKKê li Kerkûkê dê qirîza li Kerkûkê kûr bike?
Mixabin PKK çi bike hin aliyên di nav YNK, Goran û Partiyên Îslamî yên Siyasî de ne li çepika dixin. Sedema vê yekê jî li hember derketina PKKê ku birêvebirina siyaseta PDKê a ji bo Kurdbûyînê ye. Em siyasetê dimeşînin ew jî li hemberî me di nav xebatan de ne. Bifikirin ku PKK li Rojavayê Kurdistanê bilindkirina Ala Kurdistanê qedexe kiriye, li Kerkûkê ala xwe bi rehetî bilind dike. PKK, siyasetmedarên Rojava ku di bin siya ENKSê de tevdigerin asteng dike û rêveberên wê desteser dike, dikuje hetta dişewitîne. Ew hêza ku li Rojava van kiryaran dike, emê çawa bilindkirina ala wan li Kerkûkê pesend bikin. Belê, PKK bi hebûna xwe rewşê xirabtir dike. PKK, li Başûr ne hêzeke siyasî û ne jî kanûnî ye. Yekane armanca van kiryarên PKKê heye ku têkçûyîna li Bakurê Kurdistanê veşêre!
Piştî girtina navendên ENKSê û desteserkirina hin Siyasetmedarên ENKSê serokê ENKSê Birahîm Biro daxwaza “Bila DYA, dev ji alîkariya PYDê berde” kir, hûn çawa dinirxînin?
Em umida filitina gelê Rojavayê Kurdistanê ji polîtîkayên PKKê dikin. Em berjewendiyên xwe yên netewî bi PKKê ve girê nadin. Li gor min xweparastina gelê Rojava meşrû ye û divê ji bin zilm û zexta rejîma şoven ya Erep a Suriyeyê bifilitin û azad bibin. Li gor me di pêşerojê de dê Rojava û Başûr di bin siya dewletekê de bibin yek. Em heman netew in. PKK bi vî halê xwe li Rojava xizmeta Kurdbûnê nake. Di bêrîka te de nasnameya Baasê hebe tu nikarî bibêjî ez di xizmeta Kurd û Kurdistanê de me. PKK him di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de him jî di ya Yekîtiya Ewropa (YE) de ye. Ji bo ku meşrûiyetê ji siyaseta xwe ya xelet re bistîne, Rojava bikar tîne. PKK ne hêzeke welatperwer e, ji ber vê jî divê ji Şingal û Başûrê Kurdistanê derkeve û biçe di bin îdareya MÎT’a Tirkiyeyê de bixebite. Ji ber ku cihê xebata wan MÎT e. Rojava, Başûr an jî Bakurê Kurdistanê nîne.
Li gor min divê ENKS, li gel PYDê rûne û yekîtiya netewî ava bike. Xwe ji rejima Baas ya Suriyeyê û PKKê rizgar bike. Niha hewildanek heye ku PYD û ENKS ligel hev bicivin û Rojavayê Kurdistanê bi hev re birêve bibin. Dixwazim balê bikşînim ser mijareke din. PKK, maniya “Dê birakûjî derkeve” derdixe pêş û li ber Pêşmergeyên Roj dibe astengî. Pêşmergeyên Roj bi tevahî ji ciwanên Rojava pêk tê. Gelo dê ji PKKê neyê pirskirin, “Madem tu ji şerê Birakûjî ditirsî çi karê te li Başûrê Kurdistanê heye?”
PKKê heta niha li Bakurê Kurdistanê ji bo binkeyek ava bike gundek jî rizgar nekiriye. Lê xebatê ji bo ku hemû hêza xwe li Rojava û Başûrê Kurdistanê bicîh bike dike.
PKK, herdem qala yekbûyîna Îraqê dike lê ji aliyê din ve daxûyaniyên li ser Kerkûk û Şingalê jî hene hûn çawa dinirxînin?
PKK niha bi awayekî vekirî ji bo yekîtiya Îraqê di bin sîwana Heşdî Şeibî de dixebite. Ji bo Îraq weke niha bimîne ji Nûrî Malikî pereyek mezin distîne. Jixwe Şingal jî li ser daxwaza Malikî dagir kiriye. Niha jî berê xwe dide Kerkûkê. Dixwaze Kerkûkê di tepsiya zêrîn de pêşkeşî Nûrî Malikî bike. Çawa ku li Rojava di bin xizmeta Esad de dixebite li Îraqê jî di bin xizmeta Malikî de dixebitin. Dema rizgarkirina Kurdan ji PKKê hatiye. Em dereng jî mane.
Hûnê Astengiyên Îranê li hember referandûmê çawa têk bibin?
Îran û tevî her sê dagirkerên din xwedî pirsgirêkên pergala xwe ne. Kêşeya herî mezin ya Îran, Tirkiye, Suriye û Îraqê kêşeya Kurdan e. Li gor min Îran an jî dewletên din ji bo astengiya serxwebûna Herêma Kurdistanê çeteyên wek PKKê bikar bînin wê demê bersiva gelê Kurdistanê jî dê tûnd be. Herêma Kurdistanê li hember van astengiyan bi ser ketiye. Wek mînaka ÎŞÎDê. Li hember Herêma Kurdistanê cûr bi cûre teşebusên pîs hatine kirin. Li hember ewlehiya me gav hatin avêtin, gundên me hatin bomberan kirin, hêzên terorî bi ser me de hatin şandin lê belê me van teşebusan têk birin. Bila ev baş bê zanîn; “Dîwarên ku Îranê diparêzin ji parêzvanên welatê me zeîftir in. Li hember serxwebûna me kî bisekine em ê li hember wan li ber xwe bidin.”
Dewletên wek Îranê xebatên astengkirina referandûma serxwebûnê bikin dê tedbîrên Hikûmeta Kurdistanê çi bin?
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Jenosîdên Enfalê, komkûjiyên Helebçe nebin û parastina xwe dixwaze li hember mala xwe dîwarên zexim ava bike. Niha têkiliyên Kurdistanê bi cîhanê re gelek xurt in. Rast e dewletên cîran li hember dewleta serbixwe ya Kurdistanê ne, lê bila baş zanibin ku Kurdistana serbixwe tu carî ji wan re nabe gef. Niha jî eger dewleta Îraqê bikaribe dê bi balafirên xwe me bombebaran bike. Daxwaza serxwebûna me yekane ji bo cardin jenosîd û komkûjiyên dij mirovatiyê bi ser me de neyê ye.
Helwesta Îran, Tirkiye û Suriyeyê di derheqê Kurdistana serbixwe dê çawa be?
Di serî de dê bertekên tûnd nîşan bidin. Dê bixwazin ku em dev ji daxwaza xwe berdin. Lê belê piştî dewleta xwe îlan kir bi tûndî dê nikaribin êrîşî me bikin. Ji ber ku pergala cîhanê dê rê nede wan. Pergala niha a cîhanê dê nehêle me dagir bikin, bikûjin. Dê piştî vê yekê wê ji hemû dewletan zaftir li gel me peywendiyan deynin û dê me nas bikin. Ew ê jî bibînin ku dewleta Kurdistanê ji bo aştî û îstiqrara herêmê ferz e.
Gelo Rusya û DYA bibêjin na em ‘Dewleta serbixwe a Kurdistanê naxwazin’ dê çi bibe?
Di sedsala dawîn de dema me dest bi doza azadiya netewî kir me ji kesî destûr nexwest. Wê demê têkiliyên dagirkerên me li gel hev pir baş bûn. Hew mabû ku aşiqê hev bibin. Tevî vê yekê jî me doza xwe kir û em gihîştin vê astê. Ji îro pê de jî heta em serxwebûna xwe bidest nexin em ê doza serxwebûnê bidomînin. Nexşa Rojhilatanavîn bi neheqiyan hat dabeşkirin. Di encamê de Kurdistan kirin çar perçe. Çi ji destê wan hat li hemberî me kirin.
PKK 3 sal e li Şingalê ye gelo çima Tirkiye niha êrîş kir?
Bi rastî divê ev pirs ji her du aliyan bê pirsîn. Çima hûn şerê di navbera we de tînên welatê me? Navenda çareseriya pirsgirêkên PKK û Tirkiyeyê Tirkiye ye. Ne Başûrê Kurdistanê ye. DAÎŞ li Şingalê tenê êrîşin asmanî nekiribû. Niha Tirkiye, PKKê dike manî û vê yekê li Şingalê dike. Çima Êzidî bibin qurbaniyên siyaseta PKKê ya xelet. Bila li qada xwe ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê bigerin.
Referandûma serxwebûnê nayê wateya îlankirina serxwebûnê. Li gor we serxwebûn kengî ye?
Referandûm ji bo me dibe qarteke xurt ku em bikaribin li hember Îraqê û dewletên din bikar bînin. Ji bo proseyê di destê Kurdan de dibe qarteke xurt. Ev qart ji bo hevdîtinên di navbera Kurdistan û Îraqê de destê me xurt dike. Armanca me mîna Çekoslovakyayê bi awayekî aştî ji-hev-cûda-bûne. Me ji rêveberên Îraqî re got ku; “Tu rê nema ku me ligel we neceribandibe. Otonomî, komar, qraliyetî, Baas û heta pergala demokratîk jî lê mixabin tu pergalî pirsgirêka Kurdî çareser nekir. Ji bilî serxwebûnê tu rê nemaye ku me ceribandiye vê carê jî em ê vê biceribînin.”
Armanca me veqetandineke aşitiyane ye. Eger ev nebe wê demê em ê rê û rêbazên cûda biceribînin. Di vê oxirê de em amade ne canê xwe bidin.
Di hevpeyvîneke xwe de we gotibû ku “Qedera 4 perçe Kurdistanê girêdayî hev e.” Referandûma serxwebûna Başûr û Kurdistana serbixwe dê çi tesîrê li Bakur bike?
Di vî 27 salî de em ji bo Kurdên beşên din derfeteke baş bûn. Her wiha ji bo dewletên cîran jî. Beriya ku DAÎŞ bê tîcareta di navbera me û Tirkiyeyê de gihîştibû 12 Mîlyar Dolarî. Bi sedan karsazên Kurd li herêmê kar dikirin. Bi kurtasî, Kurdistana serbixwe ji bo Kurdên beşên din jî derfetek baş e. Em girîngî didin piştgiriya Kurdên beşên din. Daxwaza me ji Kurdên Bakur ew e ku bila ji PKKê re bibêjin bisekine û piştgirî bide serxwebûnê. Em bi parlementerên HDPê re jî di têkiliyê de ne. Em dizanin ku nêrîna tevan jî li hember Başûr baş e. Ji me re gotin ku em piştgirê serxwebûnê ne û li hember polîtîkayên PKKê ne.
BAS – Barham Mustafa