Serrûpel Nûçe Seîd Yûsif: Xewna min Kurdistaneke serbixwe ye û ew jî nêzîk e

Seîd Yûsif: Xewna min Kurdistaneke serbixwe ye û ew jî nêzîk e

Belav bike

Hunermendê navdarê Rojavayê Kurdistanê Seîd Yûsif, ku zêdetirî 40 salan stranan dibêje, li ser referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dibêje, destnîşankirina roja referandomê gaveka gelekî pîroz e. Hunermend Seîd Yûsif her wiha dibêje, xeyala min li ber çavê min e, Kurdistan dibe dewleteka serbixwe.

Seîd Yûsif,di sala 1947 an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.Ji 40 sal zêdetir e kilamên Kurdî diafrîne û bi tembûra xwe ya bi navê “Biskê” kilamên xwe tîne ziman.Gelek stranên wî ji aliyê hunermendên navdar ve hatine xwendin.Seîd Yûsif ne tenê li Rojavayê Kurdistanê li 4 perçeyên Kurdistanê û cihanê de  jî bi nav û deng e.Seîd Yûsif di nav ereban de jî tê naskirin. Li Şamê di gelek bernameyên kenalên televîzyonên  dewleta Suriyê de jî wek jûrî cîh girtiye. Gelek hunermend bi saya kilamên wî navdar bûne û di nav gel de hatine naskirin. Hunermendên wek Şivan Perwer, Rojîn, Aynûr Dogan û hwd.kilamên wî xwendine. Li nêzîkî 80 welatên cîhanê de konsert dane. Bi hezaran berhemên wî hene.Hunermendê navdar Seîd Yûsif, di derbarê referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de û hunera Kurdî de dibêje, referandom wê bixwe re serxwebûna Kurdistanê bîne û xwediyê hunera Kurdî jî wê Kurdistan bixwe be.Hunermend di derbarê referandomê de bi firehî  ji bo rojnameya Basê axift.

Bas : Wek hunermendekî  Rojavayê Kurdistanê, ragihandina roja encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê çawa dinirxînî?Gelo ji bo gelê Kurd ev referandom pêwîst bû? Wê çi bandorê li ser Kurdan bike?

S.Yûsif: Ew destnîşan kirina roja referandomê bi destê yekî wekî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî, bê guman tiştekî giring û muhîme.Ji ber ku ew siyasetmedarekî mezin e, ew bêtir rewşa Kurdistanê nas dike,ew dizane bêtir gelê Kurd gihaştiye kîjan qonaxê, gelo çi pêwîst e û çi ne pêwîst e.Yanî yekî wekî min , nikare bibêje wexta wê yeyan ne wexta wê ye , çimkî ez ne siyasetmedar im.Lê ez wekî kesekî hunermend, bêtir piştgiriya Serok Barzanî dikim.Yanî ew bêtir dizane û ew bêtir siyasetmedarekî mezin e.Helbet dema wê hatiye ku heta Barzanî destnîşan kiriye û gotiye filan rojê roja referandomê ye.Ez piştgirî dikim û pê serfiraz im jî, ji ber ku tiştekî ji bo Kurd û Kurdayetiyê ye û ji bo Kurdistanê ye.Ji bo pêşketina milletê Kurd e, ji bo azadiya gelê Kurd e.Ez bi dil û can pîroz dikim.

Bas: Gelo li gor te bandora referandom ê li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bibe?

S.Yûsif: Bandor bê guman wê bibe.Di malekî de gava ku sê-çar bira hebin, gava birayekî karibû qonaxan ji xwe re ava bike û perê wî be û dewlemend be û gîhiştibe astekî ku xelk hesûdiyê pê bikin birayên din jî wê helwd bidin ku wek birayê xwe bi ser bikevin,wek birayê xwe navdar bin,gelo birayê me çawa bi ser ket, çawa kir heta evqas bi dest anî.Bê guman ewê jî hewl bidin wê xebatê bikin,wan gavana biavêjin, dema gava biavêjin wê bigihîjin astekî ku ew jî bibin weke hemberê xwe.Serxwebûna Başûr bandorekî wê bêtir li Rojava û perçeyên din bike û Kurd wê bêtir serfiraz bin , Kurd wê bêtir li wan perçeyên din bi qîmet û bêtir serhildayî bin ji aliyê dijmin û heval û biraderan ve çêbibe.Ev salên ku ser min re derbas bûn  , li hemî deverê Kurdistanê, kesî ji me nikarîbû bibêje em Kurd in.Min nikarîbû helbestekî Kurdî çêbikim, yan bibêjim,yan biafirînim, yan konserekî bidim.Ev hemî qedexe bûn, hinekan digotin Kurd tune ne, hinekan digotin hûn hemî Ereb in.Lewma bandora referandoma Başûr li perçeyên din yên Kurdistanê wê hebe.Heger demên ku ser me re derbas bibûn qedir û qîmeta me hindik bibûn wê ew bandor bihelê ku qedir û qîmeta me zêde bibe.Wê bêtir fêm bikin ku gelê Kurd gelekî tarixî ye, bi hezar salan enfal û şer û têkbirin ser derbas bûne, wisa bawer dikim ku wê perçeyên din jî wê wexta ku referandom çêbibe wê tesîra wê li wan  jî bike, wê ewê jî hewl bidin ku bikaribin tiştekî wek referandom çêbikin û ew jî bibin wek hemberên xwe.

Bas: Ji aliyê hunerê ve dewletekî Kurdan ava bibe wê çi guhertin çêbibin?

S.Yûsif: Ez wek Seîd Yûsif dikarim bibêjim, bi hezara, lê bila bi sedan be,me helbest ji bo Kurdistaneka azad ji bo Kurdistaneka serbixwe, ji bo serxwebûnê, ji bo yekbûnê, çêkirine.Wexta ku dewleta kurdan çêbibe ew dihêle kû piştgiriyekî mezin, bandorekî mezin li me bibe ku tiştên xweştir û baştir çêbikin. Em helbestên netewî ,sirûd û marşan bêjin.Bê guman berê jî çêkirine,min bi xwe jî afirandine, li ba min bi sedan amade ne.Neh- deh dîwanên min de bê guman di her dîwanekî de danzdeh -sêzdeh helbestê min li ser azadiya Kurdistan , ser hebûna Kurdistanê, li ser alaya Kurdistanê hene.Dema ku Kurdistan çêbibe, wê bandor bêtir li ser me çêbibe, di warê Welat de, di warê piştgiriyê de, di warê dewletê de emê tiştên xweş  biafrînin.Ji bo me wê bibe şerefekî mezin ku, em bizanibin em kurê wî Welatî ne, ew Welat dayîka me ye, emê ji bo wî bikaribin çi bikin çi nekin.

Bas: Tu dixwazî di mîtîng an konsertên ku ji bo piştgiriya referandomê bên amade kirin de cîh bigrî?

S. Yûsif: Ez jê re amade me,çi dem çi wext ji min were xwestin ez wek şêrekî dakevim qadê ez amade me.Ev tiştekî netewî ye,hinek hene dibêjin siyaset û huner dûrî hev in. Lê belê hinek ciyan de bihev re girêdayî ne.Wexta ku ez helbestekî bibêjim, ez ya dilê xwe tînim zîmên.Ji bo welat pêşve here , mafê wî rûnê,çi ji destê min bê ezê bikim.Dema ku tiştek ji min bê xwestin ezê bifirim û herim.Ev welat muhtacî her kesî ye.Ji ber wê yekê jî divê em destê xwe bidin hev û vî welatî pêş bixin.Ji bo ku di nav erdnîgariya navdewletî de cihê xwe bigre û alem bizanibe ku welatekî nû çêbûye û navê wî Kurdistan e.

Bas: Hunera Kurdan bi qandî siyaseta Kurdan , di aliyê şiyarkirina milletekî de bi bandor e gelo?

S.Yûsif: Mixabin dema ku kurd bixwe di rewşekî xirab de derbas dibûn,belkî ew bandora ku hunermendan bikar dianî belkî ser wan de kêm bû,lê di xalên nabe gelek kesên din hene, hunermend hene, gellek siyasetmedar hene, mirovên netewî hene, mirovên netewperwer hene ku dema tu navê Kurdistanê ji wan re dibêjî di cihê xwe de dicemidin,ji ber evînê, ji ber netewîbûn ,ji ber hêvîbûnê navê Kurdistan çêbibe, hene.Gelek mirov hene dema mirov bibêje navê Welatê te Kurdistan e û xelk jê re bibêje tu jî lawê Kurdistanê, hene.Bandor hebûne li hinek cihan ,bandor hene belkî ne me dixwest wê firehiyê, bi wê mezin bûnê, bi wê guradiyê. Lê bandora hunerê gelek heye li ser herkesî.Çi mûzîk be, çi stran be, çi filîm be,çi wêne û helbest be, bandora wê li ser herkesî heye.Kesekî wekî Seydayê Cigerxwîn gava helbest digot, berî 50 û 60 salî, ez zarok bûm, dema min deng dikir, me nizanîbû welatê Kurdan bi xêr û bêr e, xuya ye welatekî me heye, welatê me yan çênebuye, wê bê damezrandin.Me hemî ji wê çaxê de xwe amade kiribû. Ji bo ku em herin cihekî xwe bigrin li Kurdistanê de, rojekî  bi roja ,  wê Kurdistan çêbibe û serfiraz bibe wê îlana dewletê bibe û alaya rengîn bête hildan, bê guman cihê me jî tê de amade bû, ka emê çi bikaribin xebatê jê re bikin.Bi rih û can û dil emê jê re bikin.

Bas: Wek Kurdekî û wek hunermendekî xeyala te ya herî mezin çi bû yan çi ye?

S.Yûsif: Xeyala min vêga ber çavê min e.Ez wilo dibînim ku wek xewnekî.Lê Xewna min ne dûr e .Wê Kurdistan çêbibe ev jî nêzîk e.Piştî îlana referandomê wê çêbibe, wê xelkê biyan jî bên me bibînin û Kurdistanê bibînin, îtîraf jî wê li me bikin.Ez di wê xweşiyê de me ku ezê jî bêtir meselên bi erebî bibêjin, ewên heft heyşt ,neh tê de beşdar dibin li ser pêşketina welat,li ser hebûna wê.Ezê tiştên wilo gelekî çêbikim. Keesên wekî min jî gelek hene ,ji min çêtir jî hene, ewê jî gavên wilo biavêjin, berhemên herî girîng û netewî, ji bo xemilandina dar û berê û çiyayên Kurdistanê re wê bikin û jê re jî amade bin,di qadê de çi ji bo aşitiyê,çi ji bo şer.

 

Hevpeyvîn: Sêvê – BAS