Serrûpel Nûçe Xoretek li Kobanî kuştî hate dîtin

Xoretek li Kobanî kuştî hate dîtin

Belav bike

Hemwelatiyekî ji gundê Bîrmelê li Kobanî, li nêzîkî gundê xwe di newalekê de kuştî hate dîtin û heta niha bikuj ne diyar e. Di dîmenên wî de diyar dibe ku ew bi îşkencê hatiye kuştin.

Roja Yekşema borî demjimêr derdora 8ê êvarê, hemwelatiyê bi navê Mihemedê Mamoyê Îso ji mala xwe li gundê Bîrmelê nêzîkî 25km li başûrê Kobanî ye, derketibû, û wê şevê venegeriyabû mala xwe.

Roja din xwediyên wî û Asayîşa Kobanî termê Mihemedê Mamoyê Îso yê 36 salî di newaleke li nêzîkî gundê wî kuştî û di bin keviran de veşartî dîtibûn, û diyar bû ku kujeran ew bi sîlehê kuştibûn, û otomobîl û çek û telefona wî jî bi xwe re biribûn biribûn.

Asayîşê çend kes weke gumanbar girtine, lê heta niha diyar nebûye ka kujer kîne û ji bo çi kuştine.

Mihemedê Mamoyê Îso di warê hawarçûnê û belavkirina alîkariyên însanî de kar dikir.