Serrûpel Nûçe Dr. Berhem Salih bêdeng e!

Dr. Berhem Salih bêdeng e!

Belav bike

Berhem Salih yek ji kesayetên siyasî yê di dema borî de pir zêde xwedî giranî û xwe bandora siyasî nebûye, lê berdewam xwedî erk û berpirsyariya partî û hikûmetê wergirtiye yek ji wan kesane. Li gor baweriya çavdêrên siyasî ku berdewam bendewarî jê dihate kirin ku xwedî helwêst be, lê Berhem Salih dervey xeyîdandin û çûna malê û helbijartina bêdengiyê ti helwêsteke wî nebûye, ji ber vê jî naha baskê navenda biryar a YNKê nikare biryara cudabûnê ji YNKê bide, yan jî projeyek siyasî ya din pêşbixe.

Berhem Salih ji dawiya sala 1976ê ve peyvendiya xwe bi rêzên YNKê çêkiriye û ji ber piştevaniya şexsî ya Celal Talabanî kariye bigehe asta cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê YNKê û çend salan jî cîgirê serokwezîrê Iraqê û wezîrê plandanan bûye. Di hikûmeta yek îdareyî ya herêma Kurdistanê de jî du sal serokwezîrê Kurdistanê bûye, lê piştî nexwaşiya Celal Talabanî ji aliyê malbata Talabanî û Hêro Îbrahîm ve rê jê re nehatiye dayîn di wî erkî de xwedî desthilat be û herwaha rê nehat dayîn ku bibe serokomarê Iraqê.

Dema derbasbûyî de jî li cîgirê yekem ê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl û çend rêveberek din ê YNKê, ‘’Navenda Biryar’’ di nav YNKê de ragehand, lê hemû hevalên wî wegeriyan bo civînên polîtburoyê  û rêveberiya YNKê. Naha Berhem Salih bi tenê maye, ku li gor baweriya çavdêrên siyasî Berhem Salih naha dikare biryara wegera temamî bo nav YNKê bide, lê ne cesareta wî ya vê tiştî tineye, ji ber hemû erkên berê bidest xist bi piştevaniya Talabanî ve bidest xistibûn.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Cemal Ebdula ji rojnameya Bas re ragehand, Berhem Salih ti biryarek YNKê di dest wî de nîne û baweriya wî bi paşeroja YNKê tineye, ku di paşerojê de cîhê xwe veke. Li gor tevgera ku Silêmaniyê heye Berhem Salih ji YNKê bê hêvî bûye û dixwaze rêyên din ên siyasî biceribîne, lê ji ber berjewendiyê aborî yên li Silêmaniyê naxwaze rasterast bixwe derkeve pêş.

Herwaha got: ‘’Ew erk û berpirsyariyên berê bidest xist, bi piştevaniya Celal Talabanî bûn û ti demekê xwedî bandoreke siyasî ya bihêz nebû li ser biryarên YNKê yan jî yên dervey YNKê. Ji ber vê jî helwêstê cidî jê nayê hêvîkirin, tenê deme pirsgirêkek hebe wê demê acizbûye, xeyîdiye û nîgeran bûye.’’

Cemal Ebdula got, rewşa Silêmaniyê bo siyaset kirinê metirsîdar e û ragehand: ‘’Berhem Salih gelek berjewendiyên wî yên aborî hene û naxwaze her ji naha ve ku diyar nîne lîsteya wî dê serbikeve yan na, ji ber vê naxwaze aşkera bike ku bixwe li pişt lîsteyekê de ye.’’ (Bas – Hêmin Salih)