elatiyekî xelkê Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê dema karkirina li avahiyekê, ji bilindahiyeke 3 metre kete xwar û ji ber birîna xedar, jiyana xwe ji dest da.
Ji Nexweşxaneya Rojhilat a Hewlêrê Dr. Amanc Ebdulkerîm ji Rûdawê re ragihand, xortê ji Rojavayê Kurdistanê ji bilidahiyekê ketiye xwarê û serê wî birîndar bûye û li nexweşxaneyê bi dirêjahiya hefteyekê hatiye dermankirin, lê ji ber xedarbûna birîna wî, îro roja çarşemê jiyana xwe ji dest daye.
Navê wî xortî Ehmed Semîr Îbo ye û xelkê gundê Burazî yê ser bi Kobaniyê ye. Çend sal bû hatibû Başûrê Kurdistanê û karkerî dikir.
Herwiha Ehmed Semîr Îbo bûbû sal û nîv zewicîbû û bavê keçikekê bû. Rûdaw