Serrûpel Dosya Petrola Rimêlan di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de tê parvekirin (dosya)

Petrola Rimêlan di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de tê parvekirin (dosya)

Belav bike

Li gorî berpirsekî ji wezareta Petrolê ya hikûmeta Sûriyê, dahata petrola Rimêlana parêzgeha Hesekê ya rojavayê Kurdistanê, di navbera hikûmeta Sûriyê û PYD de tê parvekirin.

Di heman demê jî wî berpirsî got ku mûçeyên karmendên zeviyên Rimêlanê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve têne dayîn.

Çavkaniya wezaret petrola Sûriyê ji Rûdawê re eşkere kir, ku rojane îdareya petrola Rimêlanê ku ji aliyê PYD ve tê birêvebirin, raportekê li ser datayên berhemên petrola Rimêlanê ji wezaret petrola Sûriyê re dişîne.

  • 01.03.2013 YPG kompanyaya petrola Rimêlanê kontrol kir
  • Ji 50 % Karmendên kompanaya petrola Rimêlanê Kurdin
  • 170,000 Bermîl petrol zeviyên Rimêlanê beriya krîzê berhem didan
  • 80,000 Bermîl petrol zeviyên Rimêlan piştî krîzê berhem didin
  • 20,000 Bermîl bo nava Rojavayê Kurdistanê têne belavkirin
  • 20,000 Bermîl bo Başûrê Kurdistanê têne şandin