Serrûpel Nûçe YPG: Di meha 8 de 109 şervan şehîd bûn

YPG: Di meha 8 de 109 şervan şehîd bûn

Belav bike

YPGê amara meha tebaxa derbasbûyî ya şerê Reqayê belav kir û têde hatiye ku di wê mehê de zêdetirî hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

-YPG dibêje, di Tebaxa derbasbûyî de hezar û 244 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, di heman mehê de 109 şervanan canê xwe jidest dane.

-Li gora wê amara YPGê, meha derbasbûyî, Artêşa Tirkiyê û hevpeymanên wê 158 êrîş bo ser Efrîn û rojavayê Kurdistanê encam dane.

-Li gora amarên navenda ragihandina, YPGê, hêzên wan 2 hezar sivîl ji navçeyên di bin destê DAIŞê de rizgar kirine.

– Di heman demê de 9 taxên Reqayê hatine rizgarkirin.

– Weke ku di wê amara YPGê de hatiye, ji wan hezar û 244 çekdarên DAIŞê yên ku di meha Tebaxê de hatine kuştin, termên 76 çekdarên DAIŞê ketine destê wan û 3 çekdarên DAIŞê dîl hatine girtin.

– 28 otomobîlên bombekirî berî bigihêjin armancên xwe hatine teqandin.

-Di meha derbasbûyî de, 109 şervanên YPG jî şehîd bûne.