Kovara Fortuneyê di lîsteya xwe ya “Kompanyayên Cîhanê Diguharînin” de cih daye xwediyê şirketa mastî ya bi navê Chobanî karsazê kurd yê li Amerîkayê Hemdî Ulukaya.
Şirketa mastî ya bi navê Chobanî di nav di lîsteya xwe ya “Kompanyayên Cîhanê Diguharînin” de cih girtiye.
Kovara Fortuneyê her sal lîsteya Kompanyayên Cîhanê Diguharînin amade dike û şirketa Chobanî ya Hemdî Ulukaya jî ketiye di nav wê listeyê de.
Di lîsteya navborî de 50 şirket hene û şirketa mastî Chobanî jî di rêza 44êmîn de ye.
Kovara Fortuneyê diyar kir, ji bo ku Hamdî Ulukaya tevî hemû gefan di şirketeda xwe de cih daye penaberan û karmendên xwe jî kiriye şirekê xwe lewma di nav lîsteya wan de cih girtiye.
Hemdî Ulukaya niha xwediyê mezintirîn şîrketa çêkirina mast di cîhanê de ye. Ew ku bûye cihê giringîdana medyaya Amerîkayê û herwiha medyaya cîhanê. Rûdaw