Serrûpel Nûçe Biryara dawî li ser referanduma serxwebûnê hate dayîn

Biryara dawî li ser referanduma serxwebûnê hate dayîn

Belav bike

Encumena Bilinda Referandumê biryar da, ku referandum neyê paşxistin û di 25ê Îlonê û di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

 

Encumena Bilinda Referandumê îro pênşemiyê 21ê Îlonê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê civiya.

 

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û têde hat ragihandin: “Di civînê de pêşhatên herî dawî yên siyasî û nûtirîn helwestên civaka navdewletî û Iraqê hatin nirxandin.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, ku biryar hatiye dan ku referandum neyê paşxistin û di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan û sedema vê yekê jî bo vê yekê hatiye vegerandin, ku “heta niha alternatîva guncaw ku cihê referandumê bigire”, ji Kurdistanê re nehatiye pêşkêşkirin û “dema guncaw” jî nemaye.

 

Encumena Bilinda Referandumê aşkere kiriye, ku di civîna xwe ya îro de têkildarî mijara referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê çar biryar daye.

 

Li gorî daxuyaniyê, biryarên Encumena Bilinda Referandumê ev in:

 
Yekem: Ji ber ku heta niha alternatîva ku cihê referandumê bigire, negihîştiye û dema guncaw jî nemaye, eger garantiyeke temam bo serxwebûna Kurdistanê neyê dan, referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de birêve biçe.

 

Duyem: Biryar hat dan, ku bi hemû şêweyekê deriyê gotûbêjê li gel Bexdayê bi vekirî were hiştin û dema pêwîst jê re were dan.

 

Sêyem: Civînê biryar da, ku bo zelalkirina helwesta dawîn, şanda danûstandinkar a Encumena Bilinda Referandumê, roja semi 23-09-2017ê serdana Bexdayê bike.

 

Çarem: Encumena Bilinda Referandumê biryar da, ku Sekretariyeta Encumena Bilind, her du projeyên mafên pêkhateyan û ragihandina prensîpa giştî ya dewleta serbixwe ya Kurdistanê, berî 25-09-2017ê belav bike.”

 

Civîna îro ya Encumena Bilinda Referandumê di demekê de ye, ku Wezareta Derve ya Amerîkayê îro di daxuyaniyekê de nerazîbûna tund a xwe li hember encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza destpêkirina diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

 

Herwiha ev civîn di demekê de tê sazkirin, ku biryar e sibe înê 22ê Îlonê de karnavala herî mezin û dawî ya ji bo piştgiriya li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li Hewlêr a paytext birêve biçe.

 

Biryar e, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî di karnavala sibe ya Hewlêrê de bike û derbarê encamdana referandumê û biryara Herêma Kurdistanê ya di vê bareyê de, peyamê bide raya giştî ya Kurdistan û cîhanê.

jêder: Rûdaw