Serrûpel Nûçe Süleyman Soylu ji Kurdan re dibêje: Emê we bixin çiwalan û bavêjin

Süleyman Soylu ji Kurdan re dibêje: Emê we bixin çiwalan û bavêjin

Belav bike

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê axifî û got: Wê Tirkiyê we hemûyan bixe hundirê çiwalan, devê wan girêde û we bavêje cihekî.

Soylu di Kongreya 6. ya AK Partiyê ya Çarşibaşiyê gotarek pêşkêş kir û têde behsa referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û got: Ev Tirkiyê nas nakin, nizanin Tirkiyê bi çiqas bi hêz e.

Soylu got: Bila ti kes bi Tirkiyê nelîze. Em dizanin emê kengî biryara xwe bidin em dizanin emê kengê aram bibin û kengê hêrs bibin…