Serrûpel Nûçe Hemîdê Hec Derwêş wê ji bo çi bikeve grevê?

Hemîdê Hec Derwêş wê ji bo çi bikeve grevê?

Belav bike

Sekreterê Partiya Pêşverû dibêje eskeriya bi zorê bû sedema koçberiya xortan ji Rojavayê Kurdistanê û daxwazê ji PYDê dike ku ofîsên tevahiya partiyên Kurdî bêne vekirin.

Di civîna şêwira yekîtiya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê de, Hemîd Hecî Derwîş, got çawa em hem demokrasiyê dixwazin û hem em bi xwe jî diktator in.

Hemîd Hecî Derwêş ji PYDê xwest tevahiya wan ofîsên partiyên Kurdî ku ji aliyê PYD ve hatibûn girtin, bêne vekirin, û got heger ew ofîs neyên vekirin, ezê li cadeyê rûniştî bimînim heya ku bêne vekirin.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Hemîd Hecî Derwîş azadî ji serokê PKKê Abdula Ocelan re xwest, û balkişand ser qehremaniya YPGê û YPJê û got ew taca serê me ne.