Hevserokê Kantona Cezîrê Himêdî Deham El Hadî li bajarê Qamişlo serdana konê şîna Mam Celal kir û ji aliyê Hemîdê Hecî Derwîş û berpirsên wê partiyê ve hate pêşwazîkirin.
Di nav konê şînê de Himêdî Deham El Hadî gotarek pêşkêş kir û ragihand, ku Mam Celal kesayetiyeke dûrî çanda kînê bû.
Himêdî Deham El Hadî bê ku behs bike, bersiva karvenda xelkê li dijî wî di derbarê penaberan da û got, pêwîste hemû kes xwe welatiyê di dereca yekê de bibîne û kesên ku hewl bide û kar dike, ew welatiyê pileya yekem e, yê ku kar neke jî ne hêjayî pileya duyeme jî û karî wî jî li cem wan tune ye.