Serrûpel Nûçe Firat Cewerî: Mehmed Uzun (foto)

Firat Cewerî: Mehmed Uzun (foto)

Belav bike

Di 1980î de gava min berê xwe dabû Swêdê, ez hê naşî bûm.  Lê min bi têra kitêbekê helbest nivîsandibûn. Ji ber qedexebûna gotina kurdî, min helbestên xwe ji ber kiribûn, sernavên wan li kaxezekê nivîsandibûn, ew kaxeza piçûk di nav piziya derpiyê xwe de veşartibû û derbasî Sûriyê bûbûm. Ji wir, bi hezar zehmetiyan, di ser çend welatan re, min xwe gihandibû Swêdê. Gava min xwe li Swêdê danî, min tavilê ew helbestên xwe nivîsandin û di tebaxa 1980 de wek kitêb çap kir.

Hingî hejmara nivîskarên kurd kêm bûn, bi tenê çend kes bûn. Ên hebûn jî li Swêdê bi cih bûbûn. Mehmed Emîn Bozarslan û Mahmûd Baksî bûn. Ji xwe roja ku ez hatim Swêdê Mahmûd Baksî hat seredana min û tercimaniya min kir. Min li Uppsalayê jî Mehmed Emîn Bozarslan nas kir. Piştî demek kurt hew min dît Rojen Barnas jî hatiye Swêdê. Ez bi van hersê nivîskarên kurd re dost bûm. Lê min navê Mehmed Uzun jî bihîstibû. Min navê wî ne wek nivîskarekî lê wek siyasetvanekî bihîstibû. Ew hingî siyasetvan bû û wî bi çend hevalên xwe re kovareke siyasî bi navê Rizgariya Kurdistan derdixist. Min kovara Rizgariya Kurdistan bi dest dixist û dixwend. Di kovarê de, digel nivîsên siyasî, yekî bi naznavê M. Ferzend Baran helbestên kurdî dinivîsandin. Min ew helbest dixwendin û min meraq dikir bê M. Ferzend Baran kî ye. Min rojekê ji yekî nêzîkî kovarê pirsî, wî got Mehmed Uzun e. Ez kêfxweş bûbûm, navekî din jî li nivîskarên kurd zêde dibû. Piştî wê bi demeke kurt, ez di konferanseke siyasî de pêrgî Mehmed Uzun hatim. Camêrekî em bi hev dan naskirin. Wî ez nas dikirim. Bihîstibû ku kitêbeke min derketiye û helbesteke min ku di kovara wan de derketibû pesinand. Min jî jê re behsa helbestên M. Ferzend Baran kir, min ew helbest pesinandin, lê min negot ez wî nas dikim. Pir kêfa wî hat, xwe negirt, got M. Ferzend Baran ew e.

Me wê rojê pir sohbet kir. Me hejmarên telefonên xwe dan hev û got divê em eseh hevdu bibînin. Ji wê rojê de dostaniya min û Mehmed Uzun dest pê kir. Dostaniya me dest pê kir û her dewam kir. Piştî çend salan wî bi temamî dev ji siyasetê berda û xwe bi hemû hêza xwe da edebiyatê. Wî pir xwendibû, pir dixwend. Ew bi tecrube bû. Bi giregirên kurd û tirkan re rabûbû û rûniştibû û berê wî li pêşerojê bû. Rojekê got, ez bi niyet im romanekê binivîsim. Roman? Sal 1983 bû. Wî dest bi romana bi navê TU kiribû. Heta hingî sê kitêbên min ên helbestan derketibûn, lê min di kovaran de çîrokên xwe diweşandin. Em di wê yekê de hemfikir bûn ku em ancax bi pexşanê bikaribin zimanê kurdî ê edebî vejînin û hêdî hêdî bikin şirîkê zimanên dinyayê.

Di sala 1984an de Mehmed Uzun romana xwe xelas kir û di eynî salê de weşand. Ew li bende bû ku kurd eferiman bi ser wî de birijînin, lê gelekan ew dan ber pêla rexneyan. Mehmed Uzun pê aciz bû, lê zanîbû bersiva rexne û neyartiyan xebata berdewam e. Wî êdî siyaseta partîtiyê li dû xwe hiştibû û ketibû cîhana romanê. Herçiqas berî Mehmed Uzun romana kurdî hatibû nivîsandin jî, lê Mehmed Uzun ruhekî nû da romana kurdî û hêvî da nifşekî. Wî êdî roman li dû romanê nivîsand. Nasnava wî ya nivîskariyê ketibû pêşîya ya siyasî. Ji xwe armanca wî jî ew bû.

Gava di sala 1990î de fikra derxistina kovara NÛDEMê di serê min de zelal bû, yek ji ê pêşî ez pê şêwirîm Mehmed Uzun bû. Mehmed Uzun bi nûçeya ku ez ê kovareke edebî derxim pir kêfxweş bû. Wî got ew ê ji dil û bi dil bi kovarê re be. Welê jî bû. Hema bêje di her hejmarê de nivîsand. Romanên wî me pêşî di kovarê de diweşandin û dûre mîna kitêb derdiketin. Ew yek ji nivîskar û hevkarê kovarê yê herî rehet bû. Gava ez têkilî zimanê wî dibûm, qet dilê xwe nedigirt, berevajî wê, digot tu serbest î. Ew mirovekî nerm û bi tolerans bû. Zû hêrs nedibû. Bi qîmetê hevaltiyê zanîbû û têkiliyên wî berfireh bûn.

Em bi hev re li bajarê Stockholmê qul bi qul geriyane. Em bi hev re çûne piraniya kafe, restoran û barên Stockholmê. Em bi hev re derketine rêwîtiyên dirêj û bi hev re beşdarî konferansan bûne. Em bi hev re çûne teatro, sînema û şahiyan. Ew ji derve pir dîplomatîk dixuya, lê mirovekî pir rehet bû.

Wî mîna nifşê berê qîma xwe bi kitêbekê an du kitêban neanî, lê her nivîsand. Kitêbek xelas dikir, an jî hê xelas nekiribû, plana kitêba li dû çêdikir. Wî bi zimanê malê dinivîsand, lê zanîbû ancax bi riya wergerê ew ê bikaribe bibe şirîkê edebiyata dinyayê û herweha edebiyata kurdî bike şirîka edebiyata dinyayê. Wî dest pê kir kitêbên xwe wergerandin zimanên dinyayê. Paşê kitêbên wî wergeriyan tirkî jî û ew hêdî hêdî li Tirkiyeyê hat naskirin. Ne tenê hat naskirin, ew ji aliyê bi hezaran, bi dehhezaran keç û xortên kurd û tirk ve hat naskirin, hezkirin û her ku çû kitêbên wî êdî ket nav lîsteya kitêbên ku pir dihatin firotin. Deriyê dinyayê jî li ber wî vedibû. Êdî ew dinyayî dibû. Cara pêşî bû ku êdî nivîskarekî kurd bi qelema xwe dijiya, wê bijiya.

Ew navneteweyî dibû, bi xwe re edebiyata kurdî jî navneteweyî dikir. Ew bi xwe bûbû dîplomatekî baş ê edebiyata kurdî. Cihê ku xelk bi meşê diçûnê, ew bi bazdanê diçû. Wî zora hemû zehmetiyan biribû, tu nemabû hilkişiya serê girik, lê ji nişkê ve nexweşiya kambax bi pêxîla wî girt û ew bi paş ve kişand. Mehmed Uzunê wek çiyayekî di kurtedemekê de heliya. Ew Mehmed Uzunê ku zora zehmetiyan biribû û êdî bûbû navek, roj bi roj çilmisî. Ew Mehmed Uzunê mîna ku wê qet nemire planên pêşerojê dikirin, bû mistek û êdî nikarîbû ji nav nivînan rabûya. Ez ji serî de pê re bûm. Digel jina wî Zozan, birayê wî Mustafa û hevalê wî ê zaroktiyê Keya Îzol, ez ji ber serê wî ranedibûm. Ew di nav nivîna mirinê de jî dîsa bi hêvî bû. Lê gava doktorên swêdî jê re gotin bi tenê du hefteyên wî mane, ew ket hundirê bêhêvîtiyekê. Lê dîsa ji wî bêhtir em li ber ketin û me bi dizî hêsir dibarandin.

Wî rojekê em civandin û got ew naxwaze li xerîbiyê bimire, dixwaze vegere Diyarbekirê. Em heyirî man. Me got ew di şokê de ye, loma welê dibêje. Em paşê li hev civiyan û me got em daxwaza wî bînin cî. Wî di wê navê de karê xwe yê bi weşanxaneyên xwe re hal dikir. Ez lê ecêbmayî dimam. Li gora doktorên swêdî bi tenê du hefteyên wî mabûn, lê wî dîsa dev ji planan bernedida. Di hundirê çend rojan de, me komek ava kir û em bi hev re çûn Diyarbekirê. Belediya Diyarbekirê û serokê wê Osman Baydemir hemû imkan jê re seferber kirin. Hemû doktor û hemşîre li dora wî çûn û hatin. Xwendevanên wî ji bajarên dorhêlê, heta ji Îzmîr, Enqere û Stenbolê hatin. Wan li derveyî nexweşxaneyê kon vegirtin û nobet girtin.  Jinên gundî jê re bi niyeta dermên pel û pincar anîn. Meleyan jê re nivişt çêkirin. Muzîkjenan jê re li muzîkê xistin, dengbêjan kilam gotin. Mehmed Uzunê ku li gora hesabê doktorên swêdî du hefte jiyana wî mabû, zêdeyî salekê jiya. Heta di wê navê de carekê hat Swêdê jî. Paşê dîsa vegeriya. Ez û malbat jî çûn Diyarbekirê. Me welê plan kiribû ku em ê bi hev re biçin Wanê û hefteyekê li Wanê bubuhurînin. Ew êdî ne li nexweşxanê radiza. Wan li Diyarbekirê, li taxeke bi navê Hamravatê vîlayek kirîbûn û li wir diman. Em çûn seredana wan. Moralê Mehmed Uzun bilind bû. Bawer dikir ku zora kanserê biriye. Heta, gava çav li kurê min ê piçûk, Mîran ket, destê xwe danî ser serê wî, pê şa bû û got:

”Biner, apo nemir. ”

Em ê adinî rojê bi hev re biçûna Wanê. Lê roja piştî wê mîrata kanserê lê vegeriyabû. Ew mecbûrî kemoterapiyê bûbû. Em çûn Wanê, ew ê jî dûre bihatana. Erê em çûn, lê em bi tirs bûn û destê me di dilê me de bû. Ez her roj lê digeriyam. Ew bêhal bû. Piştî çend rojan êdî tirsek ket dilê min. Lê roja dawî hatin Wanê. Jar bûbû, lê bi kêf bû. Me rojek du rojên xweş bi hev re buhurandin. Piştî em ji hev veqetiyan bi demeke kurt wî xatirê ebedî ji me xwest. Em di hiznê de hiştin û çû. Ev demsal bû, payiz bû, daran pel weşandibûn…

Niha, piştî deh salan jî, her ku payiz tê û ez li kuçe û kolanên Stockholmê digerim, ez dibêjim wê Mehmed Uzun ji nişkê ve derkeve hemberî min. Ez dikim nakim nikarim bibêjim Mehmed Uzun mirî ye. Ew sax e. Edebiyata wî hê jî di nav destên keç û xortan de zindî ye. Ew namire, nemiriye. Lê neyarên wî jê ditirsin. Navê wî ji dîwaran dixeritînin, ji parkan radikin. Bawer dikin ew ê bi vê riyê Mehmed Uzun bikujin, lê xwe dixapînin… (basnews)