Serrûpel Nûçe Babekir Zêbarî: YPG daxwaza Heşdar Şebî red kir

Babekir Zêbarî: YPG daxwaza Heşdar Şebî red kir

Belav bike

Serokerkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, di navbera Tirkiye û Iraqê de vekirina deriyeke nû ya sînor û herwiha girtina deriyê Îbrahîm Xelîl ne karekî hêsan e.

Zêbarî eşkere dike, ku YPGê jî ji bo vekirina deriyeke nû hemahengiya li gel Heşda Şeibî red kiriye.

Zêbarî diyar kir, ku ew bawer nake Tirkiye û Iraq bikarin plana vekirina deriyê alternatîf serbixin û got: “YPGê bi xwe jî ew daxwaz red kiriye.

Rêkeftina Îran, Tirkiye, PKK, YPG û Heşda Şeibî ne tiştekî hêsan e û pir zehmet e. Tirkiye û Iraqê di serdema Saddam de hewl dan li Sihêla pirekê çêbikin lê pêşmergeyan nehişt, niha jî bicîhanîna planeke wiha pir zehmet e.