Serrûpel Nûçe FLAş… Peymana 9 madeyî ya di navbera Bafil Talabanî û Heşda Şebî...

FLAş… Peymana 9 madeyî ya di navbera Bafil Talabanî û Heşda Şebî de eşkere bû

Belav bike

Piştî referanduma Kurdistanê, di navbera Bafil Talabanî û Hadî Amirî de, bi serpereştiya serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî, û bi navbênkariya Qasim Silêmanî rêkeftineke ku ji 9 madeyan pêk tê hate îmzekirin.
Parlamenterê Îraqê li ser lîsteya tevgera Gorran ev rêkeftin eşkere kir.

Yek ji madeyên rêkeftinê ewe ku Silêmanî, Kerkûk û Helebçe ji herêma Kurdistanê werin qut kirin û hikûmeteke taybet ji bo wê were avakirin, ji bo ku êdî ew fikra serxwebûna Kurdistanê ji êdî ji bo Kurdan bibe xewnek.

Xaleke din jî ewe ku hêzên Îraqî bê şer vegerin navçeyên berî 2014. Herêmeke nû ji Silmanî, Kerkûk û Helebçe were avakirin, û hikûmetek ji bo wê were durustkirin.

– Navenda Kerkûkêbi awayekî hevbeş tê îdarekirin. 15 tax ji bo Kurdan, 25 tax jî ji bo pêkhateyên din, ev ji bo 6 mehan dirêj dike.

– Cihên stratejîn yên Kerkûkê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve têne îdarekirin, Kampa Keywan û balafirxane û bîrên petrolê dikevine  dest hikûmetê.

– Vekirina balafirxaneya Silêmanî.

– Dayîma Mûçeyên fermanberên sînorê Silêmanî û Kerkûkê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve.

– Dayîna mûçeyên pêşmergeyên sînorê Silêmanî li gor lîsteya ku Bafil Talabanî amade dike.

– Avakirina Herêma Silêmanî-Kerkûk-Helebçe.

– Avakirina hikûmetekê ji bo herêma nû.
Ev peyman Bafil Talabanî û Hadî Amirî îmze kirine.