Serrûpel Nûçe Malikî spasiya hinek berpirsên YNK kir ji bo dagîrkirina Kerkûkê

Malikî spasiya hinek berpirsên YNK kir ji bo dagîrkirina Kerkûkê

Belav bike

Cîgirê serokomarê Îraqê Nûrî Malikî, di daxuyaniyekê de ragihand ku ew spasiya wan tevger û partiyên Kurdî dikin ku di dagîrkirina Kerkûkê de ji wan re bûne alîkar.

Malikî dibêje ew tevger û partî bi karê xwe yê netewî rabûn û li dijî perçebûna Îraqê derketin.

Weke tê zanîn hinek berpirsên YNK di dagîrkirina Kerkûkê de alîkariya Heşda Şebî kirin.