Serrûpel Nûçe Flaş… Mele Bextiyar ji nava YNK derket

Flaş… Mele Bextiyar ji nava YNK derket

Belav bike

Serkirdeyê Yekîtkî Niştimanî Kurdistanê Mela Bextyar dibêje, êdî ew YNK bi cî dihêle û ew beşdarî civînan nabe.

Di peyameke nivîskî de, Mela Bextyar berpirsê Detseya Kargêrî ya YNKê, dibêje, di civînên ligel PDKê û aliyên din  wî daxwaz kiribû ku alternatîvek ji referandumê re bê dîtin û bi Bexda û Amerîka, Brîtanya û welatên herêmî dest bi diyalogê bikin.

Mela Bextyar dibêje xetereke mezin li ser başûrê Kurdistanê heye, ku bibe 2 îdare, û ew jî ji ber destêwerdana herêmî û navdewletî û şerê navxweyî, û metirsiya cudabûnê li ser YNKê jî heye.

Mela Bextyar dibêje ew li dijî diyardeya 2 îdareyî ye li herêma Kurdistanê.

Mele Bextiyar her wiha diyar dike ku ew li dije ku YNK bikeve destê malbatekê û daxwaz dike ku organên YNK kar bikin û destelatariya wê partiyê bikeve destê serkirdayetî û polîtburoya Yekîtî û eşkere kir ku ew qebûl nake, malbatek yan grûpek dest deyne ser Yekîtî û biryaran bide.