Serrûpel Nûçe Bogdanov li Qamişlo ye

Bogdanov li Qamişlo ye

Belav bike

Çavkaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku Mîxayîl Bogdanov, şanderê taybet ê serokê Rûsyayê û cîgirê wezîrê derve yê wî welatî, ji roja şemiyê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û li gel berpirsên TEV-DEMê û federalîzma bakurê Sûriyê civiya ye.

Ji aliyekî din ve, roja sêşema borî, şandeke YPG li gel şandeke hikûmeta Sûriyê civiyaye û di civîna her du aliyan de, 3ê mijarên sereke hatine gotûbêjkirin.