Serrûpel Nûçe Emerîka ji Îraqê re got: Êdî raweste!

Emerîka ji Îraqê re got: Êdî raweste!

Belav bike

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de hişyarî dide Bexdayê û dibêje: Li navçeyên ku nakokî li ser heye, liv û tevgerên xwe sînordar bikin. Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê red jî dike, ku nasnameya wan navçeyan bihê guhertin û tekez dike: “Ew navçe her weke arîşedar dimînin heta wê demê ku çarenivîsa wan li ser bingeha Destûra Iraqê tê yekalîkirin.”

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser şerê ku roja înê li Pirdê di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî de qewimî, daxuyanî da.

 

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de wiha tê gotin:

 

“Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê nîgeran e derbarê wan raportan de ku behsa pevçûnan li derdora bajarê Alton Koprî li bakurl Iraqê dikin. Em ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û daxwaz ji hem aliyan dikin ku hemû tundûtîjiyek û tevgereke provakateyî rawestînin. Em daxwaz dikin jî ku hemahengiyê bikin di tevgera xwe de, daku aramiyê vegerînin.

 

Ji bo ku xwe dûr bigirin ji her cure ji hev tênegihîştinekê yan pevçûneke zêdetir, em hikûmeta navendî han didin ku rewşê aram bike, ew jî bi sînordarkirina tevgera hêzên federalî li navçeyên arîşedar bo wan tevgerên ku bi hemahengî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên avêtin. Em piştgerm in bi wan rênimayiyên ku Serokwezîr Ebadî dane hêzên federalî bo parastina xelkê hevwelatiyên Kurdistana Iraqê û tehrîknekirina wan bo çêkirina pevçûnan.

 

Sepandina desthilata federalî li ser navçeyên arîşedar bi ti şêweyekê nabe sedema guherîna nasnameya wan navçeyan. Wate ew navçe her weke navçeyên arîşedar dimînin, heta wê dema ku çarenivîsa wan li ser bingeha Destûra Iraqê tên yekalîkirin. Heta ku alî li ser wê digihîjin çareseriyê, em bi tevahî wan han didin ku di ware ewlehî  rêvebirinê de pêkve hemahengiyê bikin li wan navçeyan. Ji bo ku bigihîjine wê yekê, divê niha hemû alî beşdar bin di diyalogê de li ser bineha Destûra Iraqê, her weke ku Serokwezîr Ebadî ew yek pêşniyar kiriye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ew yek qebûl kiriye.

 

Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê pabend dimîne bi iraqeke yekgirtî û bi îstiqrar û demokrat û federal. Pabend jî dimîne bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke pêkhateyeke sereke ya Iraqê. Em dê berdewam bin li ser karkirina li gel rayedarên navend û hikûmetên herêmî bo kêmkirina hestiyariyan û dûrkevtina ji pevçûnên zêdetir û handana diyalogê.

 

Herwiha em rijd dimînin li ser temamkirina şerê li dijî DAIŞê li Iraqê û em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku hewlên xwe li gel hevpeymaniya cîhanî du qat bike, heta wê dema ku erkê wê bi dawî dibe.”

 

 

Roja bihorî (Înê) 20ê Cotmeha 2017ê li bajarokê Pirdê şerekî giran di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî de derket û her du aliyan bi çekên giran û sivik li çeperên hev dan.

 

Êvariya îro jî Fermandeyiya Mêhwera Rojavayê Kerkûk-Pirdê ya Hêza Pêşmerge û herwiha Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di du daxuyaniyên cuda de ragihandin, ku Hêzên Pêşmerge derbek mezin li Heşda Şeibî xistine û tankeke Abrahamas û zirêpoşeke Heşda Şeibî tevî 12 otomobîlên leşkerî yên ji curê Hummerê ji aliyê pêşmergeyan ve hatin teqandin.

 

Her du aliyan herwiha aşkere kirin, ku di şerê Pirdê de zêdetirî 150 çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî hatine kuştin û birîndarkirin. (Rûdaw)