Serrûpel Nûçe Salek Di ser şehîdbûna Dr. Silêman re derbas bû – VÎDYO

Salek Di ser şehîdbûna Dr. Silêman re derbas bû – VÎDYO

Belav bike

VîDYO

Ji aliyê NÊÇÎRVAN HÛSÊN 9 demjimêr berê

Duhok (Rûdaw) – Doxtor Silêman yek ji wan şehîdên Kurdistanê ye, ku di dema şerê li dijî DAIŞê de gelek xizmet kir. Bi rakirina bombên çandî, perwerdeya pêşmergeyan de rolekî çalak lîst. Wî di destpêka şerê DAIŞê de dest jiyana xwe ya Ewropayê berda û hate Başûrê Kurdistanê, tevlî pêşmerge bû. Dr. Silêman di 26ê Cotmeha 2016ê de li gundê Tisxirabê birîndar bû û piştî 4 rojan li welatê Almanyayê şehîd bû.

Doxtor Silêman yek ji wan kesên berniyasê şerê li dijî DAIŞê bû, ku bi hilgirtina bombeyên vedayî de her ji destpêka şerî de qesta Başurê Kurdistanê kir.  Ew ji bajarê Çewliga Bakûrê Kurdistanê bû lê hezkirina wî ya ji bo welat û hest û hizrên wî yên netewperwerî we kir, ku ji Amlanyayê were Başûrê Kurdistanê û mil bi milê pêşmerge şerê parastina welat bike.

 

Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ebdulxaliq Babîrî yek ji wan kesan e, ku peywendiya wî li gel Dr. Silêman hebû û bi bi vî awayî behsa wî dike:

 

“Mirovên mîna Dr. Silêman, ku hizra serxwebûna her çar perçeyên Kurdistanê di serê wan de be, armanc û stratejiya wan ev be, wê demê ne rêxistin, ne sînorên di nava Kurdistanê de û ne jî metirsî di rêka wan mirovên mezin de nabine asteng. Li ku derê armanc û stratejiya tekoşînê hebe, ew mirov dikarin li wê derê amade bin. Dr. Silêman jî ew rastî li Başûrê Kurdistanê nîşan da.”

 

Dr. Silêman bi navê rast Saît Çurukaya, di sala 1968ê de li gundê Çilkaniyê ya ser bi bajarê Çewlîkê ji dayik bû. Di salên 1990î de ji ber qebûlnekirina desthilata Tirkiyê, li gel du birayên xwe tevlî PKKê bû û xwendina xwe ya pizîşkiyê hêlişt.

 

Hevalên wî dibêjin, ew têhniyê azadiyê bû. Herdem germ û gurî di dilê wî de diyar dibû.

 

Hevalê wî Rûbar Çelê wiha behsa xisletên wî dike: “Kesayetekî afrêner û çalakvan bû. Ew tekoşer bû. Li ku derê baya di demekê kin de hêzekî mezin ava dikir.”

 

Wî bi dehan pêşmerge li deverên cuda ji mirinê rizgar kirine û di gelek xulên perwerdeyê de pêşmerge li ber destê wî fêrê karê serbazî bûne. Lewma şehîdbûna wî, li cem hevalê wî bû sedema xemgîniyeke mezin.

 

Pêşmerge Mihemed Kul, ku di kêliya birîndarbûna wî de li wir bû, dibêje: “Min hevalê me Zanyar derbaskir û çûme cem şehîd Dr. Silêman. Birîndar bibû û hawar dikir. Wî bi dil û can kar dikir. Ji bow î ti sînor nebûn, ne başûr û ne jî rojhilat.”

 

Roja 26ê Cotmeha 2016ê, li gundê Tisxiraba Mezin a navçeya Başîkê, dema Dr. Silêman û hevalên wî dever ji teqemenî û mayinan paqij dikirin, bombeyeke vedayî teqiya û pêşmergeyekî ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû. Di wê teqînê de Dr. Silêman jî bi giranî birîndar bû.

 

Dr. Silêman ji ber giranbûna birîna xwe, roja 30ê Cotmeha 2017ê, li Almanyayê şehîd bû. Dr. Silêman, li gundê Çilkaniyê bi merasîmekê hate bixak spartin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, pileya generaliyê da pêşmergeyê xwebexş Şehîd Dr. Silêman (Saît Çurukaya).