Serrûpel Nivîskar Ev qonaxa zehmet dê derbas be

Ev qonaxa zehmet dê derbas be

Belav bike

Niha Kurd di qonaxeke gelek zehmet re derbas dibe, lê belê ew zehmetî têkçûnê bi xwe re nahîne, lê belê rabûn û bihêzbûn li pey tê. Berfirehbûna qada karê siyasî û rêbertiya birêz Mesûd Barzanî jî sedemeke din a zû rabûna Kurdistanê ye. Ewên ku şahid an agahdarê karê Barzanî û mikuriya wî ya bo diyarkirin û çespandina federaliyê di biryara Parlamentoya Kurdistanê ya sala 1992ê de û di kongreya dijbereya Iraqê ya li Londonê û herwiha Destûra Iraqê de ne, dizanin wê demê karê Barzanî gelek berfirehtir bû li Iraqê û herêmê, li gorî wê dema ku di Serokatiya Herêma Kurdistanê de bû, ew jî ji ber hinek pabendbûnan bû ku diviyabû pabendî wan be.

 

Her ji ber wê ye jî ku piştî biryara Barzanî ya razînebûna bi berdewamiya di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de (Tevî ku li gorî biryara Encumena Şêwirê bêyî dirêjkirina demê di parlamentoyê de, dikarî heta hilbijartinên giştî berdewam be), niha navendên fermî û siyasî yên pilebilind ên Iraqê dizanin ku Kurdistan derbasî qonaxeke bihêztir dibe, çimku kesatî û pêgeha cemawerî û siyasî ya Barzanî bi vê biryarê weke serdema berî wergirtina posta Serokê Herêma Kurdistanê, mezintir dibe. Heta hinek ji navendên iraqî gotine: Me berî vê biryarê lêvegerek hebû ku Sîstanî ye, niha bûne du lêveger. Lê belê tevî wê yekê, Barzanî rola sereke di biryardana siyasî û çavdêrîkirina cîbicîkirinê de jî dibe, li gorî dîrok û pêgeha mezin a siyasî ya xwe û Partiya Demokrata Kurdistanê, weke mezintirîn partiya siyasî li Başûrê Kurdistanê.

 

Di rastiyê de jî ew yek bila bi ti awayî neyê wateya kêmkirina ji pêgeha û posta Serokê Herêma Kurdistanê, lê belê wê postê tiştek li Barzanî zêde nekiribû, belku Barzanî ew pêgeh mezin û giring kiribû. Di heman demê de li gorî girêdayîbûna bi yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û ya ku di vê bareyê de di Destûra Iraqê de hatibû, curek ji sînordarkirinê di karê siyasî yê Barzanî de çêkiribû, hem li ser asta netewî ya Kurdî û hem jî li ser asta Iraqê. Çimku Barzanî di dema proseya rûxandina rejîma Sedam û danîna xîmê Iraqa nû û Destûra Iraqê de, rola herî sereke û mêhwerî hebû, ew jî neku li gorî gotinên kesên ser bi PDKê ve, lê belê li gorî kesên din.

 

Karê siyasî yê Barzanî di şoreş û tevgera siyasî ya Kurdistanê de gelek bihêz û mêhwerî bû, piştî raperîna 1991 jî bêyî rawestan, roleke sereke di çêkirin û rêvebirina bûyerên Kurdistanê de  hebûye. Herwiha roleke sereke di karê dijbereya Iraqê û yekxistina wê de hebûye. Herwiha piştî nivîsandina Destûrê jî, xwediyê zêdetirîn destpêşxerî bûye di komkirina aliyên iraqî de bi armanca rêgirtina ji belavnebûna rikeberiyên tayifî û paşguhxistina pêkhateyên Iraqê de û parastina hevbeşiya siyasî û derxistina biryaran li gorî bingeha lihevkirinê di Iraqê de. Herwiha di çêkirina wê rêkevtina ku hikûmeta Malikî pabend dikir bi cîbicîkirina wan madeyên Destûr ku girêdayî Kurd in û destneberdan û rêndana bi standina posta serokomar ji Kurd, zêdebarî hemû fişarên navxweyî û derveyî.

 

Niha serdemeke nû di xebata Barzanî de li ser asta Kurdistanê û Iraqê dest pê dike, ku bi hemû şêweyekê pêgeha rasteqîn û mezin a wî li ser asta siyasî û netewî ya Kurdistanê û li ser asta siyasî ya Iraqê û navçeyê nîşan dide. (Rûdaw)