Serrûpel Nûçe Heşda Şebî Şengal teslîmî PKK kir

Heşda Şebî Şengal teslîmî PKK kir

Belav bike

Li gorî rêkeftina di navbera Heşda Şeibî û hêzên ser bi PKKê ve, li Şingalê hinek kursiyên rêveberiya Şingalê dane çend berpirsên berê yên PKKê. Berpirsê Heşda Şeibî yê Şingalê Xwedêda Cukê eşkere kir, ku peywendiyên wan li gel PKKê pir baş in. Lê rêveberê berê yê bajarokê Sinûnê dibêje, ew berpirsên nû yên Şingalê qebûl nakin.

 

Roja 17ê Cotmehê hêzên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bêyî ku rastê ti rûbirûbûnekê bibin, dest danîne ser navçeya Şingal û bajarokên Sinûnê, Girizêr û Rebîeyê.

 

Di yekemîn karê xwe de hêzên Iraqî qaymiqamê Şingalê guhertin û di dewsa Mehma Xelîl de, kesekî bi navê Fehd Hamid danîn. Herwiha li şûna Nayif Seydo jî, berpirsekî Heşda Şeibî yê bi navê Xwedêda Cukê kirin rêveberê bajarokê Sinûnê, Mîlhem Îlyas jî weke rêveberê bajarokÊ Girizêr hate destnîşankirin.

 

Ebadî peywir daye wan

 

Rêveberê nû yê bajarokê Sinûnê Xwedêda Cukê ji Rûdawê re ragihand: “Em bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hatine destnîşankirin û heta hilbijartinên pêş bûne rêveberê Sinûnê.”

 

Xudêda Cukê heta Hezîrana sala 2016ê jî endamê Encûmena Rêveebriya Şingalê bû, ku ji aliyê PKKê ve hatibû damezarndin. Lê piştî hatina Heşda Şeibî, Xwedêda Cukê çû nava vê hêzê û bû berpirsê yekîneya kurdên êzidî. Herwiha 2 berpirsên din jî di nava wê hêza kurdên êzidî ya Heşda Şeibî de ne, ku berê ew jî li gel PKKê bûn.

 

Xudêda Cukê dibêje, li gel hatina wan, berpirsên Şingalê navçe berdane û çûne Duhokê, lewma wî ev erk wergirtiye û herwiha diyar dike, karmendên venegerin ser kar jî ew dê wan dûr bixe.

 

Peywendiyên li gel PKKê

 

Derbarê peywendiyên Heşda Şeibî û PKKê de Xwedêda Cukê got: “Peywendiyên me li gel hêzên PKKê pir baş e. beriya hatina me, rêveberiya berê nedikarî here gundê Xanesorê û navçeyên bin kontrola PKKê. Lê niha em diçin her derê. Beriya çend rojan me li Xanesorê dibistanek jî vekir ji bo zarok ji xwendinê bê par nebin.”

 

Li gorî Destûra Iraqê navçeya Şingalê yek ji wan navçeyên nakok e di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de. Şingal ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Nînowa ye û ji sedî 85ê nîştecihên wê kurdên êzidî ne.

 

Di Tebaxa 2014ê den Şingal kete destê DAIŞê lê paşî ji aliyê pêşmerge ve hate rizgarkirin. Lê di demekê kurt de li Şingalê di navbera pêşmerge, polîsên Iraqê û hêzên ser bi PKKê de nakokî derketin. Ji bilî wan Hêzên Fermandeya Şingalê û Hêzên Parastina Êzîdxan, k user bi Wezareta Pêşmerge ne, li navçeyê hebûn. Berpirsên Şingalê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibûne destnîşankirin. Herwiha PKKê jî rêveberiyeke bi navê Encûmena Rêveberiya Şingalê ava kiribû.

 

Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo tejîkirina van post û kursiyan nêrîna me nehatiye wergirtin. Heşda Şeibî di destpêkê de got dê hemû tiştek bi dilê xelkê Şingalê be lê wisa derneket.”

 

Rêveberê berê yê bajarokê Sinûnê Nayif Seydo jî got: “Em niha li Duhokê karê xwe berdewam dikin. Ji sedî 90ê xelkê Şingalê koçber in û em di nava wan de xizmetê dikin. Ji xwe em newêrin herin Şingalê, çimkî hertim gefan li me dixwin.”

 

Nayif Seydo herwiha li nav Encûmena Parêzgeha Şingalê de Serokê Fraksiyona Biratî û Bihevre Jiyanê ye û dibêje: “Bi ti awayî haya me ji wan guhertinan nîne. Ne em û ne jî parêzgariya Mûsilê vê îdareya nû nas nake. Ji ber ku ne fermî û ne rewa ne. Eger guhertinek hebe li gel rêveberiya me tê gotûbêjkirin, ne li gel Heşda Şeibî û PKKê.” Rûdaw