Serrûpel Nûçe Dr. F. Sedûn li Qamişlo bombeyek teqand

Dr. F. Sedûn li Qamişlo bombeyek teqand

Belav bike

Duh roja sêşemê, kongreya ENKS (Encumena Nişrimanî ya Kurd li Sûriyê) ya 4 mîn hebû, lê PYD êrêşî kongreyê kir û qedexe kir. Ciwanên Şoreşger jî (hêzeke ser bi PKK ve) li alîgir û hevalên ENKS xistin.

Kongreya ENKS bi hiceta ku ji kanton ruxset nestandiye hate qedexe kirin.

Dr. Ferîd Sedûn ku mamostayê zankoyê û yek ji kesayetiyên naskirî ye, postek li ser Facebooka xwe belav kir û behsa du konferansan di heman rojê de kir.

  • Yek ji wan ya Partiya El Baas bû li Qamişlo, medya beşdarî wê konferasê bû, berpirsên bilind yên partiya El Bees ya Sûrî beşdar bûn. Di konferansê de ala Sûrî hate rakirin, irûda Sûrî hate xwendin, polîs, hêzên emnî yên Sûrî hebûn, fotoya serokê Sûrî Beşar Esed hate rakirin,
  • Yan din jî (ENKS), li Qamişlo, di qebûyekê (jêrzemîn) çênebû, nêzîkî 300 kes têde beşar bûn.

Dr. Sedûn dibêje, her duyan jî ruxset nestandin.
—-

Ya ENKS rastî êrîşa PYD hat.

Ya Partiya El Bess jî bi sirûd, rakirina sûretê Esed û bilindkirina ala Sûrî çêbû. PYD nêzîkî wê nebû û negot ka ruxseta we.

Vê carê hûn ji xwe re şîrove bikin.