Serrûpel Nûçe Serkirdeyekî ENKS li Efrînê wenda ye

Serkirdeyekî ENKS li Efrînê wenda ye

Belav bike

Navenda Demokrasiyê ya Mafê Mirovan li Kurdistanê da zanîn ku heta niha çarenivîsa serkirdeyekî ENKS ku ji aliyê asayişa Efrînê ve htibû girtin nediyar e.

Navenda ku baregeha wê li Almanya bajarê Hanoverê ye, di daxuyaniyekê de diyar kir ku Asayişa Efrînê roja 11ê cotmeha borî, Ebdilkerîm Mistefa Cimo li Efrînê girtibû.

Li gor daxuyaniya Navenda navborî, hêzeke Asayişa Efrînê ku ji 11 endaman pêk dihat, mala Ebdilkerîm Cimo, endamê xwecihiya ENKS li Efrînê dorpêç kiribû û ew girtibû û bi xwe re biribû.

Li gor daxuyaniyê, Asayişa Efrînê ew berpirsê ENKS li Efrînê ji bo cihekî nediyar biriye û heta niha çarenivîsa wî nehatiye diyarkirin.