Serrûpel Nûçe Kosret Resûl rakirin nexweşxaneyê û kurê wî dibêje ew baş e

Kosret Resûl rakirin nexweşxaneyê û kurê wî dibêje ew baş e

Belav bike

Kurê Kosret Resûl, Derbaz Kosret Resûl ragihand, ku neştergerî bo bavê wî hatiye kirin û tendirustiya wî baş e. Wezîrê Tendirustiyê jî cûreya nexweşiya Kosret Resûl aşkere kir, ku rûviyên wî xetimîbûn û niha rewşa wî baş e.

 

Derbaz Kosret Resûl û Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Rêkewt Hemereşîd li Silêmaniyê konferanseke rojnamevaniyê pêk anîn û li ser tendirustiya Kosret Resûl agahî dan.

 

Kurê Kosret Resûl, Derbaz Kosret Resûl aşkere kir, ku bo bavê wî neştergerî hatiye kirin û niha tendirustiya wî baş e.

 

Herwiha Wezîrê Tendirustiyê jî destnîşan kir, ku li Nexweşxaneya Farûq a li Silêmaniyê bo Kosret Resûl neştergeriyeke serkevtî hatiye kirin ku cûreya nexweşiya wî xetimîna rûviyên wî bû û got: “Heta 72 saetan dê di bin çavdêriyê de bimîne.”

 

Îro serê sibehê 11ê Mijdara 2017an, rewşa tendirustiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî xerab bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Rûdaw