Serrûpel Dosya Kuştina Mîrza Paşaye Dasinîyê Waliyê Mûsilê li Stenbolê

Kuştina Mîrza Paşaye Dasinîyê Waliyê Mûsilê li Stenbolê

Belav bike

Mûrad Ciwan

Berî ku bibe paşa, Mîrza Begê Dasinî yê êzîdî, li gor hin agahiyan, heta sala 1650’yê mîrê Şêxan bû. Agahiyên ku ew kî ye, çawa bû paşayê Wîlayeta Mûsilê, pişt re çawa ev post jê hat wergirtin, ji bo wendanekirina postê xwe wî çi mihawele kirin, çi bi serê wî de hatin, di tarîxa weqanivîsê osmanî Naîma[1] û di Seyahetnameya Ewliya Çelebî[2] de hene

Naîma wiha dinivîse:

‘’Mîrza Paşayê Dasnî(Dasinî) yê ji begên Kurdistanê ku ji Mûsilê hatiye ezilkirin (ji post daxistin), esas ji begên eşîra Merdasnî (gelo eşîreka bi vî navî heye yan ew eşîra Dasinî bi xwe ye?) kesekî bi şecaet û mêrxas bû. Di seferên ber bi rojhilat (Îranê) de[3], bi taybetî di sala Bexdayê[4] de bi heft nefer siwarîyên kurd koma ji çend sed qizilbaşan (eskerên safewî) pêkhatî belawela kir, bêhejmar serî û êsîr girtin, gelek bikêrhatinên wî hatin dîtin. Ji ber vê şecaeta wî, Murad Paşa, di dewra sedrezamiya xwe de, bi pileya paşatiyê Eyaleta Mûsilê dayê. Wî nasnameya Mîrza Paşa wergirtibû. Dawiyê hat ezilkirin, cihekî bikêrhatî yê din nexist destê xwe, tevî gelek merivên xwe, wan deman li Stenbolê rezaletî û sefaletî dikêşa.’’

Qesda Naîma ji wan deman, sala 1651’ê ye. Ew vê behsê, di beşê buyerên sala 1061’ê de vediguhêze. Di buyereka dema dawiya umre Mîrza Paşa de, tarîxa dawiya şa’bana wê salê dide ku dikeve destpêka tebaxa/agustosa 1651’ê.

Sadrazam Murad Paşa yê ku Naîma dinivîse gava ew bû sedrezam paşatiya Musilê da Mîrza Beg, Qere Murad Paşayê bi eslê xwe Arnawud e ku pişt re misilman buye. Qere Murad Paşa, di demên navbera 21ê gulana 1649ê-19 tebaxa/agustosa 1650’yê de, salekê û sê mehan sedrezamî kiriye. Nexwe di vê navberê de wî Mîrza Beg bi pileya paşatiyê tayin kiriye ser walîtiya Mûsilê.

Mîrza Paşa li gor çavkaniyan di 1650ê de buye waliyê eyaleta Mûsilê û salek û mehekê li ser post maye[5]. Madem ew berî destpêka tebaxa 1651’ê li Stenbolê ye nexwe ew piştî jipostvekişiyana Qere Murad hatiye ezilkirin. Piştî Qere Murad Paşa, kesayetiyê navdar ê osmanî Melek Ahmed Paşayê ku bi eslê xwe Abxaz e, di 5ê tebaxa 1650’yê de buye sedrezam, piştî salekê di 21ê tebaxa 1651’ê de hatiye daxistin.

Sedemê wê ne diyar be jî îhtîmala mezin Mîrza Paşa bi fermana Melek Ahmed Paşa ji postê walîtiya eyaleta Mûsilê hatiye daxistin.

Melek Ahmed Paşa, meşhûr e bi qetlîama dirinde û mezin a êzîdiyên Çiyayê Şengalê ya 1640’ê û pişt re bi şerê xwe yê li hember Mîr Evdal Xanê mîrê Bedlîsê ê sala 1655’ê.

Melek Ahmed Paşa piştî Peymana Qesra Şêrîn, sala 1639’ê bû begêbeganê eyaleta Diyarbekirê ku wê demê Şengal jî bi ser vê eyaletê ve bû. Li gor îdîayan ji ber ku êzîdîyên Çiyayê Şengalê dadiketin çolên derûdora Şengalê, beriya Musilê û ya Mêrdînê, gelek gundên van deveran talan dikirin, li ser riyan rêbirrî dikirin û karwan dişelandin, Melek Ahmed Paşa bi hêzeke 70 hezar esker sala 1640’yê êrîş bir ser Şengalê. Zêdetir ji 300 gundên çiyê ku xwedan nifûseka 45-50 hezar êzîdîyan bûn, hemî ketin ber êrîşên top û şûran, mal hatin şewitandin û talankirin. Xelkên sivîl; pîr, jin û zarok hilkişiyan bilindahiyan, xwe di şikeftên mezin ên bin erdê de veşartin, lê hatin keşifkirin. Esker agir berda şikeftan, av bera ser wan da, hin şewitîn, hin xeniqîn, yên mayî bi rebeniyeka mezin derketin, teslîm bûn. Eskerên osmanî jin û keç ji xwe re birin û yên mayî; pîr, zarok û mêr hatin kuştin. Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe de vê buyerê pirr bi xurdekarî dinivîse.[6]

Gelo pêwendiyeka ezilkirina Mîrza Paşa, bi rikeberiyeka kevn a navbera wî û Melek Ahmed Paşa, ji ber qetlîama êzîdiyan a sala 1640ê heye, ne diyar e. Li gor agahiyan, berî ku bibe paşayê Musilê, Mîrza Beg mîrê Şêxan e. Ewliya Çelebî gava behsa vê qetlîamê dike, navê Mîrza, an êzîdiyên Şêxan nade.

Qencî û mêrxasiyên Mîrza Beg ên ku Naîma behsa wan dike jî di dema seferên ser safewiyan de; 10-11 sal berî tayinkirina paşatiya Mûsilê bûne. Çima wê wextê ji bal Sultan Murad ve nehat xelat kirin, çima di dema Sultan Mehemedê IVê de ew hat xelatkirin, ne diyar e.

Sultan Mehemed di 1642’yê de ji dayik bû, piştî daxistina bavê wî Padîşah Îbrahîm di encama serîhildaneka li dora qesrê, di 1648ê de, 7 salî bû sultan.

Di 1650-51ê de, ew 9-10 salî bû. Li dora Qesrê ji bo bidestxistina postên serokwezîriyê, wezaretan û yên îdarî yên bilind, di nav burokrasiya eskerî, dînî û û îdarî de rikeberî, plangêrî û pevçûnên mezin hebûn. Dayik û jinên sultanan ji ber îmtiyazên ku kurên wan, an mêrên wan ji xanedaniya osmanî, lê ew bi eslên xwe cariye bûn, piştre bi dayikbûnê an jinbûna şehzade û padîşahan serkêşiya van entrîkayên serayan dikirin. Ji wan Turhan Sutan û Kösem Sultan di wan salan de gelek meşhûr bûn bi bizavên xwe yên li ser desthilatê. Paşa, wezîr û axayên bi eslên xwe dewşirme û yenîçerî, her wiha eskerên ocaxên yenîçeriyan ên li dora wan ku hemû bi çek û rutbe bûn û li paytext Stenbolê navendeka xurt a desthilatê bûn, bi hukmê xwe yê zorê desthilat duguhertin, wezîr û sedrezam dadixistin, diqewirandin, dikuştin, heta padîşah hildidan û dadixistin. Di navbera wan navendên berbiçav û şêxulîslam, miftî û qadî, mîr, paşa û wezîrên îdarî û eskerî de, yên ne dewşirme yên tirk, kurd, çerkez, abxaz, arnawud, ereb, mîratxurên xanedanî û begîtiyên kevn ên Anadoluyê yên ku tevî dewleta osmanî bûbûn û postên giring stendibûn hevrikiyên mezin hebûn.

Dewra rişwet û gendeliyê bû, li paytextê, an li eyaletan tu post bêyî ki bi navê bexşîşan û diyariyan bi bedêlên mezin bên dayin, ji bo tu meqam an postê tayin nedihat kirin. Paşa û wezîrên ku bi bedêlên mezin post dikirîn, hêzên xwe yên eskerî û îdarî dibirin ser eyaletên bidestxistî, vê carê wan ji bo ku rişweta dayî û jê zêdetir ji xwe re hildin, ew dever bi bac û xeracên mezin ve gire didan, zilm li koçer, reaya, gundî û bajariyên eyaletê yên misilman û xiristiyan dihat kirin, tehdîd û talan, kuştin tim li ser wan bûn.

Her paşa, mîr û wezîrê ku post ji paytextê an ji eyaletan diviya, diçû Stenbolê, xwe dispart yek and çend aliyan, rişwet dida an li gel wan diket nav tifaqa bidestxistina desthilatan.

Wê demê Turhan Sultanê, paşa, axa û wezîrên yenîçerî dabûn dora xwe, Kösem Sultanê jî beşên din. Ew li dora hev diçûn dihatin, geh aliyekî, geh yê din darbe li hev didan, lingên merivên hev dişemitandin.

Diyar e Mîrza Begê Dasinî yek ji terefdarên Sedrezam Qere Murad Paşa ye. Sedrezam li hemberî yenîçeriyan e, li gel Kosem Sultanê ye. Lê ji ber guhertinên zûbizû û yên balansa desthilatan, ew mecbûr dimîne zû ji postê sedrezamiyê vekişe, pêşniyarê ji Kosem Sultana bapîra Padişah Mehmedê 9 salî re tîne ku Melek Ahmed Paşayê Abxazî bike sedrezam. Welê dibe.

Di vê navberê de, li gor Naîma, di dema mayina xwe de ya li Stenbolê, Mîrza Beg gelek bêxwedî û bêderfet dimîne. Nikare tu postî bi dest xe. Kes guh nadiyê, ew li gel komek merivên xwe yên kurdên êzîdî li alî Uskudarê/Anadoliyê[7] dimîne. Lê diyar e zêdetir pêwendiyên wî bi wan derûdoran re hene ku li hemberî yenîçeriya ne. Yenîçerî bi guman li wî jî dinêrin û hesaban jê dikin.

Ev agahî di Tarîxa Naîma de diyar in. Em li gor agahiyên ji wir, berdewam bikin:

‘’Mîrza Paşa, gelek wext lavayî li wezîran, bi taybetî li axayên [yenîçeriyan] kirin, li ber wan geriya, giriya, lê ji ber ku hêza wî ya peydakirina hediyeyan (bexşîş û rişwetan) tunebû, kesî li ruyê wî nenihêrt, ew tayini tu memuriyetê(meqam û postî) nekir.

Bi 40-50 merivên xwe re li Uskudarê rûdinişt. Ji bo ku derbasî Stenbolê bibe aqçeyên (pereyên heqê) qeyikan peyda nedikir, alavên xwe difirotin û debara xwe dikir. Hetta neqil dikin ku di werza meyweyan de ji bo kirrîna meyweyan qudreta wî nemabû, gumgumê xwe yê qehwê firotibû, pê petêx (gundor) û zebeş kirîbûn û dabûn merivên xwe da bixwin. Ji bo pereyê nanekî gelek caran arzuhal didan, lê qebûl nedibûn û ew bi vî sedemî meyus bûbû.

Wê demê du kesên din li Uskudarê hebûn ku di rewşa Mîrza Paşayê Dasinî de bûn. Yek jê Nesîmî Efendîyê ku ji postê defterdariya Qeremanê hatibû daxistin, yê din jî sîpahîyê bi navê Yegen Begê Aydinî bû. Ew jî ji erbabên xwedan xizmetan bûn, ji ber miselletbûn û rişwetxwariya axayên yenîçeriyan wan nedikarî tu xizmetê bidestxin, heta nedikarîn meaşên (ulûfeyên) berê ên sîpahiyên xwe bistînin. Wan jî li xanên Uskudarê, di nav sefalet û zilletê de, heta hemî alavên xwe firotin û xwarin bê encam man. Di encamê de Mîrza Paşa, Nesîmî Efendî û Yegen Beg bi hev re biryar da ku merivên xwe bigirin, derkevin Anadoluyê û çûn.

Dawiya şa’bana 1061ê (destpêka agustosa 1651’ê) bû. Ku axayên yeniçeriyan bihîst ev welê bi stuxarî û rikgirtî çûne, ketin tirsa ku ew biçin xwe bigihînin merivên serîhilder ên Hesen Paşayê Abxazî yê ku li Stenbolê rikeberiya yenîçeriyan dikir. Ketxuda Beg (Kudde Ketxuda Mehmed Begê ketxudayê sedrezam Melek Ahmed Paşa MC) zûbizû qasî 500-600 siwarî anîn ba hev û derbasî Uskudarê kirin. Ji begên arnawudiyan Oxrî Beg, Mistefa Şah Silêmanê ji merivên Muxtar Beg, Delî Dîlawer Axayê Bolûyî, Burnaz-Şahînê ji axayên wezîran û gelek kesên wek van ku hemû şagirdên Ketxuda Begê bûn, hatin amadekirin. Dîsa waliyê berê ê Eyaleta Wanê, merivekî sadiq ê Ketxuda Beg ê bi navê Mehemed Emîn Paşa, wek serdarê hemuyan hat tayinkirin û hemû derxistin pey Mîrza Beg, heval û hevkarên wî da li ku derê ew gihaştin wan wan binpê bikin, serê wan bipelêxin.

Refê Mîrza Beg û hevalên wî ji Lefkeyê (Osmaneliya Bîlecîka nuha) wêdetir, li nev çeltugê (erdê birincê) danîn û bêhay ji seyên har ên li pey xwe, bi xwe biliyabûn. Şopajo serê êvarekê gihaştin wan û gotin: ‘Hun bi ku ve diçin? Wan zeft kin!’ Dor li wan girtin. Wan bersiv da got; ‘Em diçin wîlayetên xwe, eger em biçûna cem Abxazî em ê bi vê riyê de nehatana, ser bi Sapancayê ve biçûna.’ Lê tu feyde neda wan, êrîş hat birin ser qefleya xafilgirtî.

Mîrza Begê Dasinî zînê hespê xwe daxistibû û ew xistibû vehesiyanê, loma ancax firset dît rake rima xwe û xwe bavêje ser pişta hespê bicilik. Tirkê bi navê Mistefayê Şah Silêman, rimek avêt ji Mîrza Begî de, lê wî rim ji ser xwe dehfand û got:

‘Binêre Mistefa Axa! Di salên sefera Bexdayê de me ew qas qencî bi te kir, me çend caran tu ji destên qizilbaşan (safewiyan) rizgar kirî. Min xercirax dan te. Ma bersiva qenciyê ev e?’

Mistefa Axa guh nedayê got:

‘Tu bavê min ê haq jî bî, li ser tembîha efendiyê xwe ez ê te bikujim, emanê nadim te!’

Û hemleya xwe du-car kir. Lê Mîrza Beg rima xwe welê di pişta wî rakir ku buhustekê ji alî din derket û ew kuşt. Wî çendên din jî daxistin xwarê. Mêrxasên kurd ên merivên wî jî şûr kêşan, ketin nav şerî, gelek meriv kuştin, lê ew jî bi şûrên zilmê hatin kuştin. Mîrzayê Dasinî ji bo xwe xelaskirina ji nav çembere, bi serê xwe ajot. Ji du sed kesan zêdetir bi rim û tivingan bera pey wî dan, wan dor lê girt. Mîrza Beg gelek merivên din jî kuştin, lê hespê wî di çiravekê (bataxekê) de asê bû. Mehmed Emîn Paşa û Dîlawer Axa ku ew jî birîndar bûbûn dor li wî girt. Wan bang kir bi ahd û sond got:

‘Wellehî em tu zerarê nadin te. Em ê sax selîm te bibin Stenbolê. Destê xwe ji şerî vekêşe!’

Mîrza Beg jî îdî bêçare bû, xwe teslîm kir. Ew zeft kirin girêdan. Nesîmî Efendî û Yegen Beg jî li meydana şer birîndar bûbûn. Ew jî hatin zeftkirin û girêdan. Wan dît ku pirraniya kurdan li meydana şer telef bûne, yên zeftkirî jî Mehemed Emîn Paşa bi şûr telef kirin, tenê Mîrza, Nesîmî Efendî û Yegen Beg destgirêdayî li hespan siwarkirin. Hesp û alavên hemiyan da talankirin. Wî meriv li pêşiyê xist rê, şand Stenbolê, bi xwe jî vegeriya ber bi paytextê ve.

Li Stenbolê bi pêşniyariya Ketxuda Beg, ji bal wezîr (sedrezam Melek Ahmed Paşa MC) ve ferman hat derxistin ku ev ferman li ku bigihê wan, yên girtî serê wan bê birrîn û tenê serê wan li gel xwe bên anîn.

Li alî Maltepeyê ferman gihîşt, li wê derê; li nêzî Kemîklî Baba (ziyaretgeh, tekya) serê hersiyan lê dan, laşên wan li wê derê veşartin. Serê wan anîn li Babu’l Humayunê avêtin meydanê. Ev rewşa han bi xelkê gelek zehmet hat, yên ku bala xwe didan seriyên li meydanê, destpê dikir nifir li axayên ocaxên yenîçeriyan dikir, digot:

‘Ma cirma van bêçareyan çi bû? Yên ku bûn sedem Xwedê bela xwe bide wan. Înşallah di nêz de cezayê xwe bibinin!’

Lê axayan qet xemxurî nekir, ji belafiroşiyê, tecawizê fîrewniyê dest nekêşa, karên qirêj ên ku cegera gelek xelkên din disoht, kirin.’’

Di Seyahetameya Ewliya Çelebî de buyera Mîrza Begê Dasinî

Ewliya Çelebî di seyahetnameya xwe de[8] behsa paşatiya Mûsilê a Mîrza Begê Dasinî nake, lê ya mayina wî ya li Stenbolê, vegeriyana ji Stanbolê ber bi Anadoluyê li gel grûpeka çekdar, şandina çekdaran ji Stenbolê li pey wan, şerê li gel wan, qehremanî û liberxwederiya Mîrza û hevalên wî, piştre zeftkirina wan ji bo vegerandina bo Stenbolê, lê bi rê de kuştina wî û hevalên wî yên êsîrgirtî dike.

Ji bo ku Melek Ahmed Paşa wê demê sedrezam e, Ewliya Çelebîyê merivê wî (diya Ewliya Çelebî abxaz e û xizmeka nêzîk a Melek Ahmed Paşa ye) bi xwe jî di sefera şandina eskeran de amade dibe, di nav şer de wek aliyê dewletê cih digire. Lê bi xwe diyar dike ku her çendîn fermana derxistina esker, şerê li gel wan û kuştina wan bi muhra Sultan Mehemedê 9 salî ya di destê sedrezam Melek Ahmed Paşa de bû, ev mesele bêyî dilê sedrezam bi xwe jî bû, wî ev biryar wek zilmeka li hemberê wan dît, ji ber zixt û zorên axayên yenîçeriyan ew mecbûr ma mohrê li bin fermanan bide. Ewliya Çelebî biryarên derbarê van buyeran de ku Melek Ahmed Paşa bêyî dilê xwe mohr kirine, neheqî û şaşîtiyên mezin û yek ji wan sedeman dibîne ku ew piştî wan buyerên trajîk serkeftî nebû, ji sedrezamiyê hat ezilkirin.

Melek Ahmed Paşa di 21’ê agustosa 1651’ê de ezilbuye û Siyavuş Paşayê abxazî ketiye şûna wî.

Di Ewliya Çelebî de navê Mîrza Begê Dasinî (Dasnî Mîrza) wek ‘’Daşnîk Îmîrza/Mîrza Beg’’ hatiye nivîsîn. Gelo ev di orîjînalên destnivîs de wiha ye, yan gava hatiye transkrîbekirin bo ser alfabeya latînî û wergerandina ser Tirkiya nuha wiha guherîye, min îmkan nedît ku ez bidim ber hev. Lê buyerên ku ew bahs dike di xeta giştî ya meseleyê de, di zeman, navên mirov, cih û waran de li gelek ciyan wek yên Naîma ne. Xweş xwiya ye ku ‘Daşnîk Îmîrza/Mîrza’ ew Mîrza Begê/Paşayê Dasinî ye ku Naîma di tarîxa xwe de bahs dike. Loma em ji nuha pê ve gava rûdanên di Seyahetnameya Ewliya Çelebî de vediguhêzin em ê navê wî wek Mîrzayê Dasinî bidin.

Ferqeka navbera Ewliya Çelebî û ya Naîma jî di dayina navên hevkar û hevalên Mîrza Beg û hejmara wan de ye. Naîma wek hevalên wî yên serkêş, herdu navên Nesîmî Efendî û Yegen Beg destnîşan dike. Di Ewliya Çelebî de ev herdu nav derbas nabin. Lê li şûna wan navê Hanifi Halife (Hanîfî Xelîfe) derbas dibe, ku di Naîma de nayê bahskirin. Min tesbît nekir ku Hanîfî Xelîfe kî ye.

Wek Naima, Ewliya Çelebî jî diyar dike ku Mîrza Beg li Stenbolê ye da ji bo xwe postekî rêveberiyê bidestxe, ew tevî merivên xwe li Uskudarê dimîne. Gelek axa, beg, paşa, wezîr, serdar û ji rutbeyên cuda yên postên xwe wendakirî li Stenbolê ne, mihawele dikin da kesên bikêr ên ji desthilatê bibînin, bi bertil û rişwetan meqamekî, begîtiya welatekî, axatî an reîstiya eşîrekê bidestxin.

Di wê demê de, ji bilî bajar, wîlayet û eyaletan, yekîneyên eşîrên koçer jî hebûn ku bi axa warekî ve ne girêdayî bûn, di nav hidûdê osmanî de li Anadoluyê û li Kurdistanê di navbera germiyanên xwe yên zifistanê û zozanên havînan de diçûn dihatin. Serê biharan hildikişiyan çiya û zozanan û dawiya payizan dadiketin deşt, berrî û germiyanan. Hin ji van, ser bi mîrekiyên xwe yên kurd ve bûn, lê konfederasyonên koçer ên gelek mezin jî hebûn, wek Badiliyan, Rişwaniyan, Bozulusan, Qereulusan, Atkêşan, eşîrên Tirkmanên Uskudarê û hwd. Ev eşîrên koçer karibû tenê tirkman, kurd, yan jî konfederasyonên tevlihev bin. Ew wek yekîneyekê, wek nifûsa bajarekî, deverekê an wilayetekê dihatin hesabkirin. Postê axatiya resmî, meqamê ku biçe nav wan, li gel wan tim koçerî be; ewletiya wan biparêze û serane, bac û xeraca wan kom bike, bigihîne dewletê hebû. Ji wan re ‘Turkmen ağası (axayê tirkmenan)’ dihat gotin. Ji Stenbolê, axa, beg an paşayek tayînî vî postî dibû. Pişt re ev post li Stenbolê dihatin tayin kirin, pêşîn hin bexşîş, diyarî an mikelefiyet ji wan dihatin sitendin. Yanî axa, wezîr û paşayan li gor mezinatî û hatina wan, ev post dikirîn, perê xwe pêşin didan, pişt re bi fermana padîşah diçûn axatî, begîtî an reîstiya wan eşîrên tirkmen dikirin. Carina jî hin axa, beg û wezîran li Stenbolê ev der dikirîn, ew bi xwe nediçûn, wan jî kara xwe dixist serê û difirot muteseliman. Muteselim wek taşeronên nuha dihatin, bi navê wan, serane, bac û xeraca van deran kom dikirin. Helbet post û meqamên wiha ji bo bajaran jî hebûn û ji wan jî hebûn ku ev der difrotin miteseliman. Bi vî awayî gelek axa, beg, paşa û wezîr her çendîn navên hin deran li ser wan bûn jî ji Stenbolê dernediketin.

Kirîn û firotina van postan ji bal axa, wezîr, paşa, qazî û xwedan meqamên din ên ku li dora seraya sultan bûn, dihatin kirin. Herî zêde post û pileyên bilind ên yenîçeriyan xwedan desthilat û derfet bûn.

A Mîrzayê Dasinî û yên wek wî, li van deran, li pey bidestxistina postên wiha bûn. Ewliya Çelebî behs neke jî, wek me dît Naîma eşkere dinivîse, ji ber ku pereyên wî tunebûn û nikaribû rişwet û bertîlan bide, Mîrza Beg tiştek bidest nedixist û li Uskudarê tevî merivên xwe perîşan parîşan digeriya.

Ew ne tenê bû. Yên wek wî jî gelek bûn. Pişt re gelek sîpahî û eskerên din ên Anadoluyê ku bi mehan û salan ulufeyên (meaşên) xwe negirtibûn û bi hêviya ku heqê xwe bidestxin jî hatibûn, li axur, xan û kolanên Stenbolê bi taybetî yên Uskudarê bêçare divizikîn.

Di vê demê de, wek Naîma, Ewliya Çelebî jî behsa serîhildana Hesen Axayê Abxazî dike ku ji ber qencî û mêrxasiyeka wî, Sultan Mehemedê IV. axatiya eşîra Tirkmen a Uskudarê bi şertê hetahetayî dabû wî. Wî her sal 70 kîs aqçe didan dewletê. Gava Melek Ahmed Paşa bû sedrezam, ew jî hat Stenbolê, wî Paşa (herdu jî abxaz bûn) pîroz kir û vegeriya Uskudarê. Ji axayên yenîçeriyan Bektaş Axa, Axayê Reş ê yenîçeriyan, Ketxudayê qûlan (yeniçerî) Çelebî û ketxudayê (yek ji wan meqamên bilind ên ocaxa yenîçeriyan) Melek Ahmed Paşa Ketxuda Kudde Mehemed Beg hemiyan li hev kir, postê axatiya tirkmanan ji Qere Hesen Paşayê Abxaz stend, bi 100 kîs aqçeyan da yekî bi navê Aq Alî Axa.

Ku Hesen Axa ev bihîst, hêrs bû, 300 çekdarên xwe anîn li Axirqapiya Uskadarê bicî kir, du sed egîdên xwe bi qeyikan derbasî Stenbolê bû, 100 siwarên xwe li ser qeyikan hiştin û li gel 100 siwaran hat Qesra Melek Ahmed Paşa. Ewliya Çelebî dinivîse ku ew bi xwe jî wê çaxê li wê derê buye.

Hesen Axa derket hizûra sedrezam, bi hêrs pirsî ku çima tevî ew qas xizmet û qenciya wî, ev post jê stendine û ew nuha perîşan û heqîr kirine.

Lê sedrezam Melek Ahmed Paşa lê vegerand, got, nuha wiha buye, ê 100 kîs akçe bide wî bira salekê sebir bike bê heta çi dibe.

Hesen Axa qebûl nekir û bi hêrs derket. Li hundurê Serayê rastî Ketxuda Kudde Mehemed hat. Wî zanîbû ku ev serkêşê vê komploya li hemberê wî ye. Xencera xwe kêşa, ket ser dilê Kudde. Bes yên li dora wan xwe gihand, ew ji destê wî rizgar kir. Kudde bazda ba Sedrezam û Hesen Axa jî bi wê hêrsa xwe vegeriya Uskudarê.

Ev Ketxuda Kudde Mehemed Paşa ji yenîçeriyên dora Diyarbekirê bû, mala wî li Çêrmûgê (Çermik) bû. Gava di 1639-40ê de Melek Ahmed Paşa cara pêşî bû waliyê Eyaleta Diyarbekirê, li wê derê ew bû merivê wî û ji wêrojê pê ve li gel Paşa ma, ew çû ku Kudde jî li pey wî çû. Kudde di orduya Melek Ahmed Paşa da a ku di 1640ê de çû ser Şengalê, qetlîama êzîdiyan kir jî amade bû.

Qere Hesen Paşa li Uskudarê dest pê kir, merivên xwe û gelek eskerên sîpahî yên bêserûber ku li axur, xan û kolanan digeriyan li dora xwe civandin. Gava ev xeber hat bihîstin, Kudde Ketxuda û hevalên wî yên berê binavkirî hatin cem sedrezam, wan behsa xetera serîhildana Hesen Axa kir û daxwaz kir ku fermana kuştina wî bê derxistin. Melek Ahmed Paşa mecbûr ma, li ser navê Sultan fermana kuştina wî da.

Ku Hesen Axa ev bihîst, ji Uskudarê firar kir çû Îzmîtê, qasî 1000 sîpahîyên ku ji bo wergirtina ulufeyên xwe diçûn Stenbolê tevî xwe kirin. Heta ew gihîşt Boluyê çekdarên wî bûn 3 hezar, heta Osmancikê hejmara wan gihaşt 5 hezaran. Pişt re çû xwe gihand serîhilderekî bi navê Îpşîr Paşa û bi hev re hejmara wan gihaşt 40-50 hezaran. Padîşah fermana qetilkirina wan şand ji Sedrezam re. Sedrezam Melek Ahmet got ew vê fermanê mohr nake û amade ye mohrê teslîm bike.

Ewliya Çelebî, li vê derê, meselê tîne ser Mîrzayê Dasinî û Hanîfî Xelîfe, dinivîse ku ev kes jî ji ehlê xizmetê bûn, hatibûn bûbûn daxwazkirên axatiya eşîrên koçer yên wek Bozulus, Qereulus, Atkêşan û Tirkmenên Uskudarê. Aq Elî Axayê ku axayên yenîçeriyan axatiya tirkmanên Uskudarê dabûn wî, piştî ku Hesen Axa serî hilda newêrî biçe ser vî postî û ew der jî vala ma. Li gor Ewliya Çelebî tevî ku rişwet û bertîlên Mîrzayê Dasinî û Hanîfî Xelîfe ji çend sed kîsên akçeyan derbas bûbûn jî, vê tifaqa yeniçeriyan ya li gel Kudde Ketxuda û Bektaş Axa û yên din ew xapandibûn û tu meqam nedabûn wan.

Ev jî piştî buyera Hesen Axa ketin tirsa canên xwe û şevekê derketin Uskudarê, ji wê derê wan ber bi Anadoluyê ve firar kir. Helbet ne Naîma, ne jî Ewliya Çelebî îddîa nakin ku Mîrzayê Dasinî û hevalên xwe tu tifaq li gel Qere Hesen Axayê Abxazî kirine. Lê buyer di eynî demê de ne, li ser eynî rewşê û pirsgirêkê ne. Li gor herdu weqanivîsan Kudde Ketxuda û hevalên xwe îddîa dikin ku her du alî hevkarên hev in, bi haya hev firar kiriye, niha ku Mîrza û hevalên xwe jî fîrar kiriye biçin bigihên Hesen Axa, ê serîhildaneka mezin jê derkeve û Stenbol têkeve bin xeterê.

Ewliya Çelebî dinivîse ku gava axayên yenîçeriyan daxwaza esker derxistina pey wan kirine da wan bikujin, malên wan ji xwe re talan bikin, Melek Ahmed Paşa gotiye:

‘’Ev hin merivên cemaeteka ku tevî malên xwe ehle xizmetê, misilmanên bêxerez, yên xwedan namûs in. Ma we îbret ji Hesen Axa negirt? Wi 70 kîs didan mîrîyê (dewletê/xezînê) we xizmeta wî ya rasiparteya ebedî ji dest derxist, da yekî heqnekir. Ew jî tirsiya ku bigire û xizmeta padîşah li ortê ma. We li ber çavan merivek kir celalî(îsyankar). Nuha hûn çi ji vî Hanîfî Xelîfe dixwazin? Wellahî, di demeka nêzîk de ez ê jî bi agirê we bisojim. Lê hûn ê bişewitin bibin kebab.’’

Xeber hat ji sedrezam re ku Mîrza Beg û Hanîfî Xelîfe 600 siwar li dora xwe kom kirin û ji Uskudarê bi çargavî gihan Îskeleya Dîlê, ji wê derê ê Deryaya Dîlê derbas bikin, biçin binê Helebê(?) ba Hesen Axa û Îbşîr Paşa.

Wan axayên yenîçeriyan jî hatin, careka din zor dan ku Paşa fermana Mîrza û Xelîfe derîne. Îdî sedrezam mecbûr ma, fermana padîşah a qetilkirina wan derxist.

Demildest ji Bektaş Axa 200 siwarên hespên kihêl yên bi cebe (zirx) û cewşen (nivişt), ji Qere Çawîşê Axayê Yenîçeriyan 300 siwarên hespên kihêl ên cilfidan yên bi cebe (bizirx) cewşen(nivişt, hemaîl), ji Çelebî Ketxuda tam 500 cengawer, dilawer, mêrxas, hunerbazê qadirên çekên xwe yên cirîdbaz, şehbazên ku digotin ‘ez im û ne tukes’’, ji Melek Ahmed Paşa 700 eskerên bikêrhatî yên navdar û silehşorên bikêrhatî yên abxaz, çerkez û gurcî amade bûn.

Ji sîlehdar û sîpahiyan 500 mêrxasên çekdar, hemû 2500 siwarên çak ên xwedan hespên kuheylan(kihêl) şûrkêşên bijarte, yên çavsor (gözü kanlı). Çiraxê(Şagirdê) Melek Ahmed Paşa yê bi navê Abdullah Paşa), bi 500 mêrxasên kurd ên çekdar ve bû serdar. Ewliya Çelebî jî tevî 8 xulamên xwe ket nav wan[9]. Di şevekê de 3000 esker bi keştî û qeyikan (belemeyan) derbasî peravê Uskudarê bûn, ji wê derê bi çargavî çûn Gebzeyê, di rojekê de ji Deryaya Dîlê, Derbendê derbas bûn. Bi pirse-pirs çûn Kela Îznîkê. Ew qas westiyan ku hin hespên wan nema karî birêve biçin, bi sedan siwarên bektaşaxayî û yenîçerîaxayî peya bûn li Îznîkê, yan li riyan man. Hin li çiyan bi hespên xwe yên bihnçikiyayî re rawestiyan.

Piştî Îznîkê, li çêregehê, bi pirsê pê hesiyan ku zêdetirê hezar siwaran li navbera Lefkeyê (Osmanelîya Bîlecikê) û Söğütê, li birekeka nêzî Kaniya Ahmed Beg di nav erda çeltûgê(çeltîka birincê) de, hin ji wan li nav daristanê, hin di xîvetan (şadiran) de danîne, ketine vehêsanê. Abdullah Paşa esker civand, biryar derket ku bi wextê nimêja sibê ya şafiiyan re êrîş bibin ser wan.

Çûn bi dizî dor li wan girtin, heryek bêagah ji dinyayê, li bin siya dareka bilind, hin li dora daran di hemnazê de ne, pirranî jî li nav daristanê xwe veşartine, belav bûne, dinivin.

Gava wextê wê hat, eskerê osmanî yên bi serdariya Abdullah Paşa bi dengê ‘’Allah Allah’’an hicûmî nivistiyên bêagah û hin jê tazî kirin, bi şûran ketin nav wan. Kesî fahm nekir bê çi bi serê wan de tê, bi girîn û qêrîn, ji xîvetan direviyan. Yên xwe gihandin hespên xwe, şûr, rim û mertalên xwe, hin bi kinc û hin tazî ketin nava şer.

Di vê navberê de Mîrzayê Dasinî û Hanîfî Xelîfe bi 700-800 siwaran ji nav daristanê derketin û wan hicûmî eskeran kir. Şerekî xwînawî dibû. Ewliya Çelebî dinivîse ku wan digot ‘’Allah, Allah’’ û yên hemberê wan digot ‘’Allah, Allah’’, du alî eskerên Îslamê ketibûn nav hev.

Ewliya Çelebî dûrûdirêj behsa vî şerê navbera herdu aliyan, mêrxasiya wan û hejmara mezin a kuştiyên herdu aliyan dike.

Di encamê de yên xafilên di xewê de şikest xwar, Mîrzayê Dasinî bi 46 siwarên xwe ve reviya da xwe xelas bike, lê ket xefika hin eskerên Melek Ahmed Paşa, ew hatin êsîrkirin û girêdan.

Hanîfî Xelîfe jî xwest bi birîndarî fîrar bike, tevî 13 merivên wî ew jî zeftkirin, girêdan anîn. Gelek serîyên jêkirî û êsîrên din jî civandin, anîn. 800 hespên ‘’serîhilderan’’ wek xenîmet hatin zeftkirin, esker li wan siwar bûn. Fermanek ji 12 qadiyên derûdorê re hat şandin ku fîrarî bên girtin û bên teslîmkirin. Xelk derketin çol û çiyan, şikara fîrariyan, yên ku serî anîn, yên ku êsîr…

Li wê derê, mirî bi kêmasî di 15 çal û bîran de hatin çalkirin, serê wan jî bûn ‘’xemla serê riman’’.

Esker tevî seriyan û êsîran dest bi vegerê kir, hatin Deryaya Dîlê, derbas bûn hatin Gebzeyê, ji wê derê jî hatin ba Pira Bostanciyê ya nêzî Uskudarê.

Li wê derê, fermanek ji Stenbolê ji Qere Abdullah Paşa re hat ku ew êsîran hemuyan bikuje, laşên wan li wê derê veşêre û tenê serên wan bîne Stenbolê.

Esker û xelkên sivîl bi xwe ji vê biryarê gelek hêrs û xemgîn bûn, wan got ev ew qas ser hene, ew hê çi dixwazin, çima ev feqîr bên kuştin.

Abdullah Paşa got ferman heye, ew ê hemiyan qetil bike. Welê bû ku eskeran hicûm kir ser Abdullah Paşa da rê nedin qira ew qas bêgunehan bê anîn.

Di encamê de, serdar daxwaza eskeran qebûl kir, hin meriv berdan nav sazlixên nêzî Bostanciyê, hin bera bin pirê dan, veşartin, hin anîn li Uskudarê berdan. Ewliya Çelebî dinivîse ku wî bi xwe 6 kes bi rica ji destê Abdullah Paşa xelas kirine.

Lê kirin nekirin, ricaya Mîrzayê Dasinî û Hanîfî Xelîfe derbas nebû.

Ew li binê Pira Bostanciyê tevî 46 merivên wî rêz kirin. Berê Hanîfî Xelîfe bi tîran hat kuştin, pişt re serê Mîrza Begê Dasinî û 46 merivên wî hatin jêkirin. Ewliya Çelebî dinivîse ku hemiyan kelîmeya şehadetê dianî hê ew serjêdibûn.

Cesedên hemuyan li serê pirê xistin bin erdê, veşartin. Serî jî ku hemû li ser hev 814 serî bûn, anîn Uskudarê, ji wê derê Îstanbolê, li Baxçeqapisiyê xistin serê riman û di ber Sultan Mihemedê IV’ê yê 10 salî re ku li Dîwanê bû, hatin derbaskirn. Piştre ew serî li ber Babu’l Humayûnê hatin avêtin meydanê. Bi rojan ew serî li meydanê wek çoganên ber lingan yên ji wê derê derbasbûyî, di axê û gemarê de digevizîn.

Ewliya Çelebî dinivîse ku, gelek kesên salih dîtine ku ‘’ bi hikmeta Xwedayî, wê şevê li meydana Babu’l Humayunê, li ber serê Mîrzayê Dasinî û Hanîfî Xelîfe sê caran nûr daket’. Hema wê şevê gelek serî rakirin, tenê sed serî hiştin, wê şevê hin malên kefereyan yên bi navê Odeyên Bektaş Axa yên li hundurê Fenerqapisiyê hilweşiyan, her wiha wê şevê, li sê ciyan agirê piçûk hilket, li Macuncuyê Barûdxane şewitî.

Li gor Ewliya Çelebî, yek ji sedemên ezilkirina Melek Amed Paşa yên ji sedrezamiyê ew e ku bi bêtedbîrî, neheqî Hanîfî Xelîfe û Mîrzayê Dasinî dan qetilkirin.

[1] Naima Tarihi, Cilt 5, 2130-2133, Naima Mustafa Efendi, wergera ji osmanî Zuhurî Danışman, Zuhuri Danışman Yayınevi, 1969, İstanbul

[2] Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahatnamasi, cilt 3, kitap 1, YKY, 2006, İstanbul.

[3] Seferên ser safewiyan ên ber bi Şarezor û Bexdayê de.

[4] Sala 1639’ê; gava Sultan Muradê IV. sefer bir ser Bexdayê û bajar zeft kir, pişt re jî Peymana Qesra Şêrîn a tayinkirina hidûdên navbera osmaniyan û îraniyan hat îmzakirin.

[5] Osmanlı Vilayet Salnamelerinde Musul, ORSAM, Orsam kitapları no 5, r. 222, Ankara, Kasım 2012.

[6] Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahatnamesi, weşanên YKY, cildê 4. İstanbul.

[7] Wê demê Uskudar, ne Stenbol, bajarekî din hesab dibû.

[8] Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahatnamesi, cild 3, kitêb 1, r. 356-359 û dewama wê, YKY, İstanbul 2006.

[9] Naîma dinivîse ku Mehmemed Emîn Paşayê waliyê Wanê ê berê bû serdarê vê sefere.