Serrûpel Nûçe ANF derewan dike… Kurdistanê negot ewê encamên hilbijartinan hilweşîne

ANF derewan dike… Kurdistanê negot ewê encamên hilbijartinan hilweşîne

Belav bike

Dadgeha federalî roja 6 vê mehê di derbarê referandumê de ragihand ku destûr tekezî li ser yekperçeyiya Îraqê dike û hîç mafê pêkhateyekê tune ye ku cuda bibe.
Hikûmeta Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku rêzê ji biryara dadgehê re digirin, lê pêwîste ev bibe bingehek ji bo despêkirina diyalogeke niştimanî ji bo çareserkirina hemû nakokiyan.

Ajansa PKK û medyaya nêzîkî wê nûçe wiha servîs kirin ku hikûmeta Kurdistanê ji Bexdayê re gotiye ku ew amadeye encamn hilbijartinan hilweşîne.

Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de nabêje ewê encamên hilbijartinan hilweşîne.

Berî niha berpirsên Kurdistanê gotin, ji xeynî gelê Kurd kesek nikare encaman hilweşîne, ew jî bi referandumeke din tê kirin.

ANF, jêre bûye adet têra xwe derewan dike û lêborînê jî ji xwendevanên xwe naxwaze.