Serrûpel Nûçe Li parlamana Almanya ala YPG rakir

Li parlamana Almanya ala YPG rakir

Belav bike

Parlamentera Almanya Sevîm Dagdelen ku bi eslê xwe Kurde û ji bakurê Kurdistanê ye, di civîna parlementoya Almanya de ala YPG bilind kir û rexne li hikûmeta Berlînê girt ji ber ku siloganên YPG qedexe kirine.

Di civîna parlemanê de Sevîm Dagdelen ku alîkara serokê fraksiyona Partiya Çepa Almanya federal e, di dema pêşkêşkirina gotarekê de ala YPG bilind kir û rexne li hikûmeta Almanya girt ku al sembolên YPG qedexe kirine.

Dagdelen da xuyakirin ku ew karê li beramberî YPG tê kirin dirûtî ye, YPG çend sal in li deverên cûda şer li dijî DAIŞê dike û ew têk şikandiye, pêwîste ew qedexeya ku li ser YPG heye bê rakirin.

Di nava parlemantoya Almanya de hejmarek ji parlementeran pêşwaziya wê gotara Dagdelen kirin, lê beşekî din ew helwest rexne kirin.