Serrûpel Nûçe Putin-Rohanî-Erdogan li Soçî li hev nekirin û wê PYD beşdar bibe

Putin-Rohanî-Erdogan li Soçî li hev nekirin û wê PYD beşdar bibe

Belav bike

Hevserokê PYD Şahoz Hesen ragihand civînên li ser Sûrîyê ku Kurd têde beşdar nebin, wê bi ser nekevin.

Şahoz Hesen da zanîn ku PYD ji alîyê Rûsya ve ji bo civîna li Soçî hatiye vexwendin û ew dixwazin beşdarî danûstandina li Cinêvê jî bibin, û tekez kir ku wan eşkere gotibû, ewê ne weke partî yan kesayetî, li wir amade nabin, lê ewê li ser navê rêvebirîyên xweser yên li herêmên Efrîn, Kobanî û Cezîre beşdar bibin.

Her wiha got wê encûmenên bajarên Reqa û Minbic jî beşdarî civînê bibin.

Hevserokê PYD Şahoz Hesen dîyar kir eger Tirkîye êrîşî Efrînê bike wê rastî berxwedenake mezin were.